Arşîv

‘Gefên Tirkiyê li ser tevahî cîhanê xeter e‘

Bi wesîleya 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Heyva Sor a Kurd, Kongreya Star, Meclisa Gel a bajarê Qamişlo û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo li qada Şehîd Azad, çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo kom bûn. Di kombûnê de pankartên bi sê zimanan ku bana aştiyê dike hatin vekirin.

Daxuyaniya bi navê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama rêxistinê Medya Osman û bi ziman Erebî ji aliyê hevseroka rêxistinê Evîn Cûma ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin : “Di demek de li cîhan her sal Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike, em li vir sekinîne da ku wekî cîhanê roja aştiyê pîroz bikin lê mixabin em aştiyê hîs nakin ji ber ku ev ev zêdeyî sal in şer rû dide ku bû sedema koçberkirin û kuştina nîvê gelê Sûriyê. Hîna li piraniya herêmê Sûriyê şer û azar tê jiyîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin xaka Sûriyê bû qada parvekirina hesab û berjewendiyan û wiha hate domandin” Beşek ji xaka Sûriyê dagir kirin, mîna rojavayê Firatê ya li Bakurê Sûriyê, Efrînê mînaka herî ber bi çav a vê dagirkirinê ye. Tirkiyê bi van dagirkirinan qanûna navdewletî ya hejmara /7/ ji madeya 1 û 2 binpê kir. Her wiha bi rêya bicihkirina komên tundra ên girêdayî xwe li şûna niştecihên rewsen demografyaya herêmê diguhere.”

Di berdewama daxuyaniyê bal hate kişandin kugefên Tirkiyê yên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê ewlehiya niştecihên herêmê, lê belê tevahî cîhanê dixe xeteriyê û hate diyarkirin “Ji ber li herêmê bi hezaran cîhadîst hene ku xeteriya wan li ser cîhanê heye, her êrîşek li ser herêmê dê xeteriya wan çeteyan vegerîne û aştî namîne.”

Rêxistina Mafên Mirvan bi vê boneyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez biryara 7 der heqê dewleta Tirk a ku qanûnên navdewletî binpê dike pêk bîne û dawî li aloziyê bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate got: “Em teqeziyê li ser girîngiya pêkanîna diyaloganê siyasî yên avakirin û veguhestina ber bi pêvajoyeke edaletî, aram û girantiya vegera penaber û koçberan dikin. Destekê bidin me da ku aşt, jiyaneke bi aram û ewle pêk were.”

Back to top button