Arşîv

Meclisa Tirbespiyê banga tecrubeya Rêveberiya Xweser ji tevahî Sûriyê re kir

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa navçeyê ji aliyê hevserokê meclisê Abdulrehîm Hiso ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hatina Roja Aştiyê ya Cîhanê re ji ber şer û operasyonên komên radîkal ên li dijî mirovahiyê Sûriyê derbasî nîvê sala 9`an a karesat û aloziyên mirovî dibe.

Her wiha hat destnîşankirin ku di nava aloziya kûr de tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û proje û planên komên çete û di serî de DAIŞ`ê û siyaseta rejîma Tirkiyê ku tevlihevî di nav pêkhateyan de derxist û alîkariyê dide komên radîkal, pêk hat.

Meclisê di daxuyaniya xwe de banga destekdayîna tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî kir. Di dawiyêde hat gotin ku serkeftina tecrubeya rêveberiyê ne ji xwe ve hat lê belê bingeha wê neteweya demokratîk û biratiya gelan e ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve banga wê hatiye kirin.

Back to top button