Arşîv

‘Komîteya Hemleya Jinên Rojava Biparêzin, dengvedana hemû jinan e’

HESEKÊ – Endama Komîteya Jinên Rojava Biparêzin, Lêgerîn Stêrk diyar kir ku parastina nirxên Şoreşa Rojava parastina jinê ye û got: “Hemleya Jinên Rojava biparêzin, bi armanca xwegihaştin û bangewaziya yekîtiya hemû jinan e. Em dixwazin hemû jin di bin sîwana yekîtiyê de bên parastin û di heman demê de welatê xwe biparêzin.”

Di 8’Tebaxê de Rêxistina Kongreya Star li dijî êrîşên dewleta tirk bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe”, pêngava çalakiyê li herêma Firatê da dest pê kir. Her wiha di 9’ê Tebaxê de li Kantona Şehbayê û di 10’ê tebaxê de jî li Kantona Hesekê di bin konê Mertalên Zindî ku li bajarê Serêkaniyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, hatibû vedan pêngava çalakiyê hat îlankirin.Di hema demê de di çarçoveya Rêzeçalakiyên Kongreya Star ên li dijî gefên dewleta tirk de di 26’ê Tebaxê de Komîteya Jinên Rojava Biparêzin Haştag ê bi navnîşanên Malper: womendefendrojava.net, Twitter:@starrcongres, Instagram:@Womendefend), hatin avakirin.

Di çarçoveya Rêzeçalakiyên Kongreya Star ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilarê Sûriyeyê, dest pê kir, Komîteya Hemleya Jinên Rojava Biparêzin, hat avakirin. Têkildarî mijarê de Endama Komîteya Hemleya Jinên Rojava Biparêzin, Lêgerîn Stêrk, axivî.

‘Komîteya Jinên Rojava biparêzin dengvedana hemû jinan e’

Endama Komîteya Hemleya Jinên Rojava biparêzin Lêgerîn Stêrk diyar kir ku Komîteya Hemleya Jinên Rojava Biparêzin di 26’ê Tebaxê hat avakirin û teqez kir ku armanc ji avakirina vê komîteyê xwegihaştina hemû jinên cihanê ye û wiha pê de çû: “Ev nêzî mehekê ye em amadekariya vê komîteyê dikin. 6 jinên Enternasyonal cihê xwe di komîteyê de digirin. Hemleya me ya Jinên Rojava Biparêzin wekî gava yekemîn bû, encamek wê pir baş jî hebû. Me di riya vê hemleyê de xwe gihand hemû jinên cîhanê û bandorek pir baş li wan jinan kir.”

‘Hêza jinan dê dijmin têk bibe’

Lêgerînê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hêzên faşîst û dagirker di vê sedsalê de dixwaze qirkirina gelan bi taybet jin û zarokan ji xwe re rewa bike. Loma divê jin bi hemû neteweyên xwe li hember dagirkeriyê têbikoşin û bisekinin. Di heman demê de gef ne tenê li ser gelê herêmê ye li ser tevahî jinên cihanê ye. Ji bo wê jî di riya kampanya ku me da destpêkirin em bangewaziya hevgirtin û yekîtiya hemû jinan dikin. Hêza jinan dê sîstema baviksalarî têk bibe.”

‘Dem dema parastina nirxên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye’

Lêgerînê bal kişand ser Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinên Leheng mîna Şehîd Sara, Bêrîtan û Zîlanan hat destpêkirin û got: “Şoreşa Rojava bi pêşengtî û berxwedana jinên leheng mîna Ş.Sara, Bêrîtan, Zîlan û bi hezaran jinên qehreman geş bû, lewra Şoreşa Rojava bi Şoreşa jinê hat naskirin. Îro jî dem dema parastina nirxên şoreşê ye. Bi yekîtî û hevgirtina hemû jinên cîhanê dê serkeftin mîsoger bibe û faşîzmê têk biçe.”

‘Dijmin ji belavbûna bayê azadiyê ditirse’

Lêgerînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bangewaziya hemû jinên cîhanê û hemû kesên azadîxwaz dikin ku rabin ser piya ji bo zincîra koletî û sîstema baviksalarî hilweşînin û ji bo azadiyê têbikoşin. Dijmin ji belavbûna bayê azadiyê ditirse.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27