Arşîv

5’emîn Mîhrîcana Zarokan a li Navçeya Til Temirê dest pê kir

HESEKÊ – Îro bi pêşengtiya Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Zarok simbilê jiyanê ne” 5’emîn Mihrîcana Zarokan, dest pê kir.

Bi pêşengtiya Kevana Zêrîn îro li Meqsefa Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, 5’emîn mihrîcana zarokan ku wê 3 rojan dewam bike, dest pê kir. Di mîhrîcanê de Endama Koordinisyona Kongreya Star Evîn Paşo û Zeyneb Murad, Endamê Rêveberiya Encûmena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo amade bûn.

Di heman demê de Koma Stranê ya bi navê Pêşeroja Bajarê Hesekê, Govend: Koma Şehîd Lewend a Amûdê, Stran: Koma Ş.Viyan Peyman a Dirbêsiyê Şano: Koma Ş.Yekta Serêkaniyê, stran: Koma Zirganê, Govend: Koma Ş.Darsî a Serêkaniyê û Koma Serhed û Girbawî tevlî mîhrîcanê bûn. Dê îro bi stran, govend û şanoyê mihrîcan geş bibe. Cihê mihrîcanê bi nepoxan hat xemilandin.

Mihrîcan bi kelandina dan û belavkirina wê ya li zarokan ku wekî çandek gelêrî ye dest pê kir.

Paşê daxuyaniyek ji aliyê zaroka bi navê Lava Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Em zarok, jiyaneke aram dixwazin, em naxwazin zarok werin qetîlkirin. Em dixwazin hemû zarok zaroktiya xwe bijîn.”

Paşê Koma Pêşeroj a Hesekê stranên gelerî pêşkêş kir.

Dê mîhrîcan bi stran, goven û şanoyê bidome.

Back to top button