Arşîv

Gelên Helebê ji bo roja aştiyê herkîn qadan

HELEB – Gelên taxa Şêx Meqsûd ê bajarê Helebê bi boneya 1’ê Îlolê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi dirûşma, “Ji bo aştiya bi rûmet em ê tekuşîna xwe mezin bikin” daket qadan û daxwaza aştiyê kirin.

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star ya bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe”, meşek bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xist. Bi sedan Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê tevilî meşê bûn. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta taxa Rojhelat hat berdewamkirin. Meş bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan û alên kongreya Star û saziya Malbata Şehîdan hat xemlandin. Her wiha pankertên bi nivîsên “Em dixwezin aşîtî li welatê me pêk were”,”Em welatekî ku şer xira kiriye naxwezin”, ” Em kevokên aşîtî yê ne”, hatin hilgirtin.

Piştî ku girse rawestiya ji bo pekrewanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Kongreya Star Velantîne Ebdo axivî. Velantîne bal kişan ser girîngiya aşîtiyê û wiha got: “Em vê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Rêber Apo û hemû gelên aştîxwez pîroz dikin. Di şerê cîhanê yê duyemîn de xwîn rijandin ku di encamêde bi milyonan kes bûn qurbanî, Her wiha bajar hatin wêrankirin. Ji bo wê jî ev roj bû roja aştiya cîhanê û em jî dixwezin aştî mayînde bibe.”

Meş bi dirûşma “Azadî û aştî ji bo Rêber Apo”, ” Bijî aşîtî” bi dawî bû.

Back to top button