`Zagonên Jinê Misogeriya Avakirina Civaka Demokratîk E`

Rêveberiya Weqfa Jin a Azad Mesîre Hemo di semînera danasîna zagonên jin de got ku zagonên jin misogerkirina mafê jin, mêr û avakirina civaka demokratîke.
Hemleya Weqfeya Jin a Azad ji bo danasîna zagonên jin ji civakê re destbi hemleyê kiribûn û di çareçevê wê de li navenda xwe ya bajarê Heseke semîner organîze kirin.
Endamên komîn, meclîs û bi dehan şêniyên taxa El-Salihiyê di civînê de amade bûn. semîner bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir.
Piştî ku zagonên jin hatin xwendin Rêveberiya Weqfeya Jin a Azad Neîme Mehmûd axivî û got: ʺJi pirsgirêkên civakî werin çareser kirin, jin bikarbe xwe li hemberî zîhniyata baviksalarî biparêz e û têkoşîn bike hatine derxistin. Divê hemû jin li ser zagonên hatine derxistin lêkolîn bikin û êdî bikarbin xwe biparêzinʺ.
Rêveberiya Weqfa Jin a Azad Meysere Hemo jî axivî û got ev zagon ji bo ne tenê ji bo mafên jinê parastin hatine derxistin, bi van zagonan dê mafê jin û mêr bi hev re were parastin û bi riya van zagonan civakeke demokratîk û azad were avakirin.
Meysere Hemo gotinên xwe wiha bi dawî kir: ʺJi hemû aliyên civakî ve rola jin heye û ji bo azadiya xwe divê mîna şervanên YPJ`ê têbikoşin.ʺ
Hemleya Weqfa Jin a Azad a danasîna zagonên jin didome û dê semîner li hemû taxên Heseke were li darxistin.