Arşîv

‘Li çanda xwe xwedî derketin, li dîroka xwe xwedî derketine’

KOBANÊ – Çand hebûna mirovan e, xwendevanên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido derbarê perwerdeyê de gotin: “Em fêrî çanda xwe dibin. Bi civaka re xwe jî didin nasîn.”

Stran yek ji amurên çandê ye. Yên ku stranan bi lêv dikin bi deng û rengê xwe bi çandê xwe re dibin yek. Di roja îro de zarokên 7 salî heta kalên 70 salî berê xwe didin kevneşopiya çandê û dengê awazên hunera xwe pêş dixin. Dema mirov dizivire dîroka xwe mêze dike ku jinên wek Eyşeşan û Hozan Mîzgîn di aliyê hunerî de mînakên herî ber bi çavbûn û xwedî li kevneşopiya xwe derketin.

7 salî heta 70 salî kes tevlî perwerdeyê dibin

Li Kantona Kobanê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xida dewreyên perwerde tên vekirin û 7 salî heta 70 salî tevlî perwerdeyê dibin. Li gorî pêwistiyan û her wiha ji bo zarok ji çanda xwe paşve nemînin û her roja înê û şemiyê perwerdeya çandî tê dîtin û bi taybetî di betlaneyan de jî. Perwerdeyên ku di Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido de tên dayîn keman, gîtar, tembûr, solfê û stran in. Li gorî alavan hêjmarên koman jî diguhêre.

Perwerde 50 rojan berdewam dike

Mamosteyên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dema tiştên hunerî fêrî şagirtan dikin tenê di aliyê alavan de wan fêr nakin, di heman demê de di aliyê jiyanî, danûstandin û exlaqî de wan perwerde dikin. Perwerde serê sibêhê des pê dike, heya 4’ê êvarê didome. Dewreyên ku dest pê dikin 50 rojan berdewam dike. Ciwanên keç cihê xwe her aliyê çandê de digirin. Di nava van çandan de fêrî çanda wekî; ereban, çerkes, tirkmen û hwd. jî dibin. Têkîldarî vê mijarê xwendevanên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido di aliyê alavan û staran de nêrînên xwe parve kirin.

‘Em bi çanda xwe dijîn’

Gulîzar Bekî xwendevana Navenda Çand û Hunerê, niha amura Solfê fêr dibe di derbarê perwerde û çandê de wiha nêrînên xwe parvekir: “Di dewreya Navenda Çand û Hunerê de em çanda xwe fêr dibin, xwediyê çandê xwe derdikevin û çanda xwe dijîn. Perwerdeyên me di her aliyê de hene wek; deng, şano û stran. Di heman demê de ne tenê em fêrî alavan dibin têkîliyên hevaltî jî di perwerdeyên me de bingeh in. Alavên ku em fêr dibin di şahiyan de pêşkêşî gelê xwe dikin.”

‘Ji çanda xwe xwedî derketin, ji dîroka xwe xwedî derketine’

Rodem Xelîl dest nîşan kir ku em çanda xwe bi civakê re didin nasîn û wiha pêde çû: “Em bi riya Navenda Çand û Hunerê, çanda xwe fêr dibin û ji civakê re jî didin nasîn. Her mirovek dema berê xwe dide Navenda Çand û Hunerê bi armanc tevlî kar dibe. Dijmin herî zêde di aliyê çand e dixwaze me qir bike, weke ku mînaka herî ber bi çav Efrîn bû. Tiştên kevnar ên Efrînê hemû talan û wêran kirin. Niha refên me de ne tenê zarok û civan, mirovên temen mezin jî cihê xwe digirin. Çanda xwe xwedî derketin, dîroka xwe xwedî derketine.”

Back to top button