Arşîv

Li Mexmûrê çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê didome

NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 3 roj li pey xwe hiştin. Dayik eşkere dikin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê ev 48 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Dayikên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya asayîşa Pardiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hatin.

Çalakiya rûniştinê didome

Ev 3 roj in Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber seytereyê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Dayikên Aştiyê diyar dikin ku heta ambargoya li ser wargehê nerabe, ew dest ji çalakiyên xwe bernadin û dê çalakiyên wan berdewam bikin.

Heqaret li dayikan kirin

Di roja yekem de dayikan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayikan nehatin qebûlkirin. Piştre dayikan xwestin bi berpirsê seyterê re hevdîtinek bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrîşê dayikan kirin. Li gel êrîşa pêşmergeyan heqaret li dayikan hat kirin. Piştre dayikan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Dixwazin Wezareta Navxweyî re hevdîtin pêk bînin

Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Îlhan duh ev agahî dabûn: “Me xwest em duh bi waliyê Hewlêrê û Wezareta Navxweyî re hevdîtinek pêkbînin. Me li ser vê agahî da qeymeqamê Mexmûrê. Duh bi şev derdorê saet di 22:00’an de asayîşê ji me xwest ku em çalakiya xwe bi dawî bînin. Hinek hewldan şîdetê bikarbînin û em çalakiya xwe dawî bikin. Lê me çalakiya xwe bi dawî ne anî. Carek din bi qeymeqamê Mexmûrê re têkilî hat dayîn. Ji mere gotin ku wê sibe hevdîtinek bi Wezareta Navxweyî re pêkwere û şandek ji Mexmûrê biçe wir. Lê heya niha ti agahiyek nedane me, qeymeqam jî venegeriya ye Mexmûr.”

Tîma tenduristiyê xwest rewşa dayikan kontrol bike hat astengkirin

Her wiha tîma tendirustiyê ku xwest Dayikên Aştiyê yên di çalakiyê de kontrola tenduristiyê bikin hatin asteng kirin. Bijîşk Medya da diyarkirin ku ji ber rewşa dayikek ne başbû, wana xwest biçin kontrol bikin, lê asayîşa PDK’ê astengî derxist. Bişîjk Medya helwesta asayîşê şermezar kir û got ku ger tiştek bi dayikan were berpirsyara asayîş e.

Back to top button