Arşîv

‘Em zîrekbûna zarokan derdixin holê’

HESEKÊ – Bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê 5’emîn Mîhrîcana Zarokan hat lidarxistin. Rêvebera Kevana Zêrîn a Kantona Hesekê Nalîn Mihemed got: “Em bihêlin ku zarok, zaroktiya xwe bijîn. Divê malbat rê li ber zarokên xwe negirin û piştgiriyê bidin zarokên xwe.”

Bi dirûşmeya “Em Zarok Simbilê Jiyanê ne” 5’emîn Mîhrîcana Zarokan di 1’ê Îlonê de bi tevlîbûna 24 komên govend, stran û şanoyan, dest pê kiribû bi dawî dibe. Di mihrîcanê de rêveber, mamosteyên şanoyê û şanogerên zarok, derbarê mîhrîcanê de nêrînên xwe anîn ziman.

Rêvebera Kevana Zêrîn a Kantona Hesekê Nalîn Mihemed mîhrîcanê li zarokan pîroz kir û wiha dom kir: “Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li ser asta Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhrîcana Zarokan, hat organîzekirin. Bi organîzekirina mîihrîcanan em dixwazin zarokan ji wê derûniya şerê ku ev 8 sal in, didome û bandor li wan kiriye, derxînin. Di heman demê de em dixwazin hunera di hundirê zarokan de bi stran, şano, govend û lêdana amûran de, derxin û nîşanî civakê bidin.”

‘Bi êrîşan bandorê li çanda gelan dike’

Nalînê qala şerê taybet ku çanda gelan hedef digre anî ziman û wiha pêde çû: “Dewleta tirk çi fersendê dibîne hema êrîş dike di milê aborî, çandî, hûnerî û heya di rêya belgefîlman de jî dixwaze çanda Tirk, hind û biyaniyan, li Sûriyeyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belav bike. Hêdî hêdî xwe berde rihê ciwan, zarok û civak tevahî. Ji lewra hemû hewldanên me di warê parastina zarok û jinên ciwan fêrkirina çanda wan a kevnar de ye.”

‘Divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe’

Nalînê bang li malbatan kir ku rê li ber zarokên xwe negirin ku çanda xwe fêr bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bihêlin zarok, zaroktiya xwe bijîn divê malbat rê li ber zarokên xwe negirin û piştgiriyê bidin wan, da ku hûnera xwe derînin û bi civakê bidin naskirin û dîtin.”

‘Şano rasteqîna civakê ye’

Mamosteya Şanoya Erebî a Navçeya Zirganê Xilûd Şemdîn diyar kir ku şano rasteqîna civakê dide diyarkirin û wiha got: “Îro Koma Zirgan a Şanoyê şanoyek bi navê (100 hêk) pêşkêş kir, peyama me ji vê şanoyê ew bû ku zarok ji mezinan bêtir dikarin pirsgirêkan çareser bikin, ne her kesê zane mezin e û ne her kesê biçûk jî nezane. Di vir de zarokan bi nêrîna hevsitandin, dikarîbûn pirsgirêkê çareser bikin. Şanoyê rastî elaqeyekî mezin ji zarokan û civakê hat.”

‘Em zîrekbûna zarokan derdixin holê’

Xilûdê teqez kir ku di riya şanoyan de em zîrekbûna zarokan derdixin holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di cîhana her zarokekê/î de xeyal û çîrokeke heye, em xeyal û çîrokên wan, bi perwerde û şanoyan, derdixînin. Ne ku me şano çêkir, me ji huner û xeyala zarokan şano çêkir.”

‘Min ji tirsa xwe cesaret girt û şano pêşkêş kir’

Şanogera biçûk Meram Mehmûd di lîstîkê de rola paşa lîst wiha dibêje: “Ez ji xwe ne bawer bûm ku ez ê rola Paşa bilîzim, lê bi piştgiriya mamosteyên min û zarokên ku amade bûn ku min cesaret ji wan girt û şanoya xwe bi rengekî pir baş, pêşkêş kir. Zarok jî gelekî kêfxweş bûn. Divê zarok saniyekê ji wextê xwe vala derbas nekin her fêrî hunerê bibin. Min ji tirsa xwe cesaret girt, divê zarok jî wisa bin.”

5’emîn Mîhrîcana Zarokan dê îro bi dawî bibe.

Back to top button