Arşîv

Di Mîhrîcana Zarokan de kelandina danûkan

HESEKÊ – Îro di 5’emîn Mîhrîcana Zarokan de Henîfe Emîn û Gulnaz Ehmed ji bo zarokan danûk kelandin û gotin: “Kelandina danûkan çanda gelan e, divê em çanda xwe biparezin.”

5’emîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşma “Zarok Simbilê Jiyanê ne” duh destpêkiribû û îro jî bi kelandina danûkan dom kir. Mîhrîcana Zarokan li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, pêk tê. Ji bo gel vegere çanda xwe ya kevnar û zindî bihêle û di mîhrîcanê de danûk hatin kelandin. Henîfa Emîn û Gulnaz Ehmed ji bo zarokan di mîhrîcanê de danû kelandin. Henîfeyê kêyfxweşiya zarokan a ji bo kelandina danûkan anî ziman û bal kişand ser çanda kelandina danûkan.

Henîfeyê di destpêka axaftina xwe de mîhrîcanê li zarokan pîroz kir û wiha got: “Zarok ew nifşê nû ne ku di pêşerojê de dê civakê birêve bibin, her çiqas e zarok werin perwerdekirin ewqasî dê bingeha avakirina civakeke saxlem û bi exlaq, pêkan be.”

Henîfeyê got yek ji çandên ku divê jin û civak biparêze çanda kelandina danûya ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destpêkê em genimê dişon û paşê bêjing dikin û paqij dikin, piştire em avê didin ser agir piştî ku dikele, genim davêjin nav avê. Kelandina danûka 4 saetan dixwaze. Mirov jê sûd digire girar, dan jê çêdike. Mirov dema tiştê hazir dikire, dibe ku gelek caran nepaqij be, ji ber wê divê jin pêdiviyên mala xwe bi destê xwe çêbike û nehêle ku teknolojiya bandorê li hêza xwe ya dikare welatekî birêve bibe, bike.”

‘Dema ku zarok bihevre danû dixwazin, ez pir şanaz dibim’

Henîfeyê ew kêfxweşiya zarokan bi xwarina danû bibîr xist û wiha pêde çû: “Tiştê ku mirov dilşand û şanaz dike, ew kelecana zarokan ku kenê li ser lêvên wan, dibe mizgîniya hêvî û aştiyê ye. Bi wê kelecanê zarok sênîkên xwe tînin û her yek ji wan dibêje yadê ka ji min re danû, dagire. Dengê zarokan ji min re wekî dengê çûkan tê, tenê mirov dixwaze lê guhdar bike, ez pir bi wan kêfxweş dibim.”

‘Çanda danûk biparêz in’

Henîfeyê diyar kir ku çiqas e westandin hebe lê ewqasî jî bi tamtir dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê civak çanda danû, bi baldarî biparêze, ji ber dema ku mirov dikeve tengasiyekê de ew dan bi mirov re dibe alîkar. Bila westandin hebe, lê di pêşerojê de mirov nekeve tengasiyê.pêwiste civaka me xwe li gorî rastiya ku jiyan dike tevbigere.”

Mîhrîcana Zarokan dê sibe bi dawî bibe.

Back to top button