Arşîv

Zarokên Efrînê: Em wêneya Efrînê di nava dilê xwe de xêz dikin

ŞEHBA – Zarokên ku beşdarî çalakiya hunerî ya xêzkirina xeyalên xwe bûne, derbarê çalakiyê de hest û nêrînên xwe anîn ziman û gotin: Me wêneya Efrînê di nava hestên dilê xwe de xêz kiriye, da ku em di xeyalên xwe de jî Efrînê ji bîr nekin.”

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê û mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokrartîk (KPC-D) bi alîkariya ajansa Rûmaf projeyeke hunerî bi navê ‘Nîşaneyên êşa’ ji bo zarokên Efrînê li Kampa Serdemê ya Şehbayê pêşkêşkirin. Bi armanca ku zarok xwestek û xeyalên xwe xêz bikin ev proje pêk hat. Bi vê projeyê zarok kêfxweş bûn û hestên xwe bi rêya wêneyan re derxistin holê. Bêtir em bilêvkirina hestên van zarokan nasbikin. Bi minasebeta vê rojê zarokan nêrînên xwe parve kirin.

‘Bi rêya wêneyan em hestên dilê xwe pêşkêş dikin’

Zaroka bi navê Zeyneb Reşe ya ku tevlî çalakiyê bûye hestên xwe bi xêzkirina xeyalên xwe vedibêjê ku ew bi rêya vê çalakiyê mala xwe ya li Efrînê tînê bîra xwe û wiha got: “Bi rêya xêzkirina wêneyan re ez hestên xemgîniya dilê xwe derdixim holê. Mi wêneyê mala xwe ya li Efrînê xêz kir. Xeyalên xwe yên ji ber êrîşa Tirkiyeyê windakiri xêz dikim û pêşkeş dikim. Xwesteka min tenê ez vegerim Efrînê û careke din xeyalên xwe zindî bikim.”

‘Em wêneya Efrînê di nava dilê xwe de xêz dikin’

Sozdar Xelîl jî yek ji zarokên ku di nava çalakiya xêzkirina wêneyan de cih xwe girtiye wiha nêrîna xwe parve kir: “Piraniya van zarokan di nava wêneyên wan de Efrîn derbas dibê, ji ber xeyalên me tenê ji bo heskirina Efrînê mezin dibê. Me wêneya Efrînê di nava hestên dilê xwe de xêz kiriye ku em di xeyalên xwe de jî Efrîn jibîr nekin û heskirina xwe ji welatê xwe re binîn ziman.”

‘Em dîroka destanên berxwedana serdemê xêzdikin’

Zaroka bi navê Aye Bekir xeyalên êşa berxwedana serdemê xêzkiriye û dibêjê ku ew rojên di mêjiyê me de hatina rûniştandin em nikarin jibîr bikin û wiha got: “Zarok, li Efrînê bûn şahidê dîrokekê. Dîroka bêbext ya hovîtiya dijminan û dîroka destaniya qehremanên berxwedana serdemê. Ji bo wê jî xêzkirina vê wêneyê bi destê zarokan wateya wê girîng e. Eger piştî çend salan ez werim dîsa wêneya xwe bibînim dîsa careke din vegera dîrokê çê dibê, ji bo wê jî em jibîr nekin ku em zarokên berxwedana serdemê ne.”

Back to top button