Arşîv

Aboriya Jinê li Gozeyê kooperatîfa tenûrê vekir

HESEKÊ – Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star kooperatîfa tenûrê li gundê Gozeliyê vekir.

Navenda Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star di vê dema dawî de gelek projeyên ku aboriya jinê xurt dike û hêza wê derdixîne holê, ava kirine û bi rêk û pêk tê meşandin. Îro jî Komîteya Aboriyêyê li Gundê Gozeliyê yê girêdayî Navçeya Til Temir e ya Kantona Hesekê, Kooperatîfa Tenûrê, ku ji 5 jinan pêkhateyên 3 Kurd û 2 Ereb pêk tê, vekirin.

‘Dê bi keda jinê aborî xurtir bibe’

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pekrewanên azadiyê Endama Kooperatîfa Tenûrê Hekûma Hesen axivî û wiha got: “Jina ku di dîrokê de xwedî rol û misyoneke pir girîng e rola xwe ya girîng di qada aboriyê de jî lîstine. Îro bi pêşengtiya Komîteya Aboriya Jin çand û zanebûna jinê di aliyê pêşxistina aboriyê de di hemû beşên wê de, her zindî dibe. Jina ku duh ji hêza xwe ne bawer bû îro kooperatîfan bi rêve dibe û xizmeta civaka xwe dike. Dê bi keda jinê aborî xurtir bibe.”

‘Armanc kêmkirina êşa civakê bû’

Hekûmayê derbarê pêşniyarkirina kooperatîfa tenûrê ev yek anî ziman: “Bi giştî herêma me pirsgirêka nan dijî, da ku em êş û pirsgirêka wan çareser bikin, me projeya tenûrê pêşinyar kir û hat erêkirin, ji îro ve dê ev kooperatîf dest bi lêxistina nan û firotina wê bike. Bi vê projeyê êşa civakê kêm dibe û baweriya jinê bi hêza wê zêdetir dibe.”

Paşê şêranî li jinan, hat belavkirin.

Di dawiyê de nan li jinên ku amade bûbûn, bê pere wekî roja yekemîn e, hate belavkirin.

Back to top button