Arşîv

Jinên Şêrawa: Em dest ji rizgarkirina Efrînê bernadin

Artêş Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Li hember wê topbaranê jinên efrînî asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind kirin.

Jinên efrînî yên gundên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve têne hedefgirtin, ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Emîre Ibrahîm a ji şêniyên gundê Başemrayê, got: “Ji sê rojan ve topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên me qut nebûn. Em ji Tirkiyê re dibêjin ku em dest ji axa xwe bernadin û heta têkbirina planên çeteyan em ê li berxwe bidin.”

Şêniya bi navê Elmezê Elî diyar kir ku çeteyan nêzî 36 top li gundê wan xistin û wiha pê de çû: “Ji ber tirsa li ser jiyana zarokan em neçar mane xwe bispêrin şikeftek. Çi dikin bila bikin em ji axa xwe dûr nakevin. Wek jin em ê mil bi mil axa xwe biparêzin. ”

Şêniya bi navê Necah Xelîl jî got: “Em weke jin dest ji rizgarkirina Efrînê û vegera wê bernadin. Serkeftin armanca me ye.”

Back to top button