Arşîv

‘Şoreşa Rojava çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê ye’

HESEKÊ – Endama Komîteya Hemleya Jin Rojava Biparêzin a Kongreya Star Bêrîvan Qerçox Şoreşa Rojava wekî Şoreşa civakî ya avakirina mirovên azad pênase kir û got: “Ev şoreş bi pêşengtiya jina azad dest pê kir û ber bi jiyanek azad û demokratik ve diçe. Şoreşa Rojava çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê ye. Loma niha jî di çarçoveya Hemleya Jin Rojava Biparêzin em pêngav û pratîka Şoreşa Rojava esas digirin. ”

Li tevahî Sûriyeyê bi pêşengtiya jina kurd bi hişmendî û vîneke xurt, wêrekî û lêgerîna gelan dest pê kir. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê pêş ket û di nav salên derbasbûyî de ji bo gelên têkoşîna azadiyê didin û hemû jinan bû çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê. Niha di çarçoveya pêngava Şoreşa Rojava de Hemleya Jin Rojava Biparêzin a ku hatibû destpêkirin, didome. Têkildarî mijarê de Endama Komîteya Hemleya Jin Rojava Biparêzin a Kongreya Star Bêrîvan Qerçox nirxandin kir. Bêrîvanê got:”Şoreşa Rojava ji bo hemû kesên azadîxwaz çirûska azadiyê ye. Em jî wekî jinên Enternesyonal em dixwazin li welatên me pirojeyên demokrasî werin avakirin, ji bo wê jî em hêz û baweriya xwe ji jinên Rojava digirin. Divê em ji Şoreşa Rojava feyzê bigirin û Hemleya Jin Rojava Biparêzin, xurt bikin.”

‘Dijminê me yê yekemîn zihniyeta baviksalarî ye’

Bêrîvanê bal kişand ser sîstema baviksalarî û diyar kir ku dijminê yekemîn ê ji bo hemû jinan û gelê azadîxwaz zihniyeta baviksalarî ye û wiha pê de çû: “Sîstema baviksalarî koka wê koletî, dagirkerî, serdestî, kapîtelîzim û netewdewlet e. Em wekî jinên enternesyonal û jinên Rojava zihniyeta baviksalarî wekî pirsgirêk û dijminê xwe dibînin. Ji bo em li dijî vê zihniyetê têbikoşin, îro em cihê xwe di Komîteya Hemleya Jin Rojava Biparêzin de digirin da ku em bi hev re bibin îrade û sîstema baviksalarî hilweşînin û sîstema Netewa Demokratîk bidin rûştandin.”

‘Di Şoreşa Rojava de jin bûn pêşeng û jêderka çareseriyê’

Bêrîvanê da zanîn ku rola jinê di Şoreşa Rojava de pêşeng û wêrektî ye û wiha axaftina xwe domand:”Jin di avakirina sîstema çareseriyê de xwedî rolek pir girîng e. Jinan bi salan êş kişandin û niha bi rihê berxwedanê xebatek mezin pêş dixin. Rola wê lewra di her astê de derdikeve pêş. Bi taybet şervanên YPJ’ê bûn dengvedana parastin û hêza jinên Rojava. Em jî di bin bandorê de man û em hêvî dikin ku sîstemek bi vî rengî li welatê me mayinde be û jin ji koletiyê xelas bibe û bibe xwedî hêz. Lewra ev Hemleya Jin Rojava Biparêzin ji bo me gelek girîng e. Ji bo jin û civak xwe pêş bixin û qalibên ku civakê dikin kole bê şikandin pêdivî bi pêngavên bi vî rengî heye.”

‘Ji nû ve dîrok bi pêşengtiya jinê tê nivîsandin’

Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dîroka nehatiye nivîsandin û hatiye windakirin dê ji nû ve were destgirtin. Pêwist e ku her nifşek dîroka xwe bizanibe. Ji ber ku gelê ku çand û dîroka xwe winda dike ji pişaftinê re vekirî ye, ji bo vê jî dê bi pênûs û rengê jinê dîroka berxwedan û têkoşînê were nivsandin.”

‘Hemû kêliyên jiyana me şoreş e’

Bêrîvanê diyar kir ku jinên Rojava rojane şoreşê dijîn û wiha got: “Dijmin baş dizane ku jin jiyan e û azadiya jinê azadiya civakê ye. Lewma dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kir jin hedef girtin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker jî li Efrînê jin hedef girt. Hemû jî bi armanca ku vîn û îradeya jin û civakê bê şikandin û şoreş têk biçe, hatin kirin . Jinên rojava rojane şoreşê dijîn. Bi hêz, berxwedan û têkoşîna xwe li pêş dixin. Em dibêjin tu caran xewn û xeyalê dijmin pêk nayê. Jinên cihanê û jinên Rojava bi hev re Rojava û nirxên pîroz diparêzin.”

‘Em banga hevgirtina hemû jinên cîhanê dikin’

Bêrîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tiştê ku di heman demê de hêzê bide Hemleya Jin Rojava Biparêzin feyzgirtina ji têkoşîna şervanên YPJ’ê ne. Şervanên YPJ’ê wekî perçeyek ji şoreşê ne. Ew artêşa birdozî ne. Şervanên YPJ’ê jiyana xwe li ser pîvan,birdozî û nirx diafirînin. Em bi hêza YPJ’ê bawer in ku dikarin hemû jinên cihanê biparêzin ji ber ku xwedî birdoziyek pir giranbuha ne. Ji bo li dijî koletî û zilma li jinê tê kirin em bisekinin em banga hevgirtina hemû jinên cîhanê dikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27