Arşîv

5’emîn Mîhrîcana Zarokan bi stran, şano û govendê bi dawî bû

HESEKÊ – Bi komên nû û çalakiyên cuda 5’emîn Mîhrîcana Zarokan di roja xwe ya sêyemîn de li Navçeya Til Temirê bi dawî bû.

Di 1’ê Îlonê de bi minasebeta Roja Aşîtiyê ya Cihanê 5’emîn Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma “Em zarok simbilê jiyanê ne” li Meqsefa Xeyma a Navçeya Til Temir a girêdayî Hesekê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi komên stran, govend û şano bi amadebûna rêveber, mamosteyên şanoyê û şanogerên zarok, her wiha bi tevlîbûna bi sedan zarokên Bajarê Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zurgan û Til Temirê bi dawî bû.

Mîhrîcan di roja xwe ya sêyemîn de bi komên jinên Gerestêvk, Şehîd Bêrîtan, Dibistana Staranan, Kulîlkên Kurdistanê, Şehîd Jînda, Koma Zirgan, Şehîd Arjîn û Şehîd Şiyar bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku di mîhrîcana 3 rojan de 24 komên govend, stran û şano amade bûn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27