Arşîv

Kevana Zêrîn a Helebê piştgtirî da pêngava Kongreya Star

Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê yên girêdayî Navenda Cemîl Horo ya çand û hunerê ya Helebê di çarçoveya pêngava Kongreya Star a “Xak û rumeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ‘ê tine bike” de çalakiyên hunerî lidar xistin.

Çalakî bi dirûşma “Bi çand û hunerê em dagirkeriyê têk bibin û aştiyê pêk bînin” li navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo ya beşê rojavayê taxê Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Navend bi wênyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê, Berxwedana Serdemê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana hatibû xemilandin. Dîlan, stran û şano hatin lidarxistin.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çalakiyê de amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê Sozdar Hemkê axivî, piştgiriya xwe bi pêngava Kongreya Star anî ziman û çawa şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê naskirin, dê jin çand, mîrese û mafên xwe biparêzin.”

Piştre ji aliyê komên Tevgera Kevana Zêrîn stran, dîlan û şanoya “Lîstina bi doloar” hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de bi navê Tevgera Kevana Zêrîn Buharîn Sîno daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, jin dê li hemberî êrîşên qirkirina çand û nasnameya xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha hate destnîşankirin ku dijîn di her êrîşeke xwe de destpêkê kesayeta jin dikin hedef û çand û dîroka herêmê dirûxînin.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan û berxwedana jina azad bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27