Arşîv

Di tabloya “Mohra Êşê” de rêya vegera li Efrînê

Dîmenên kuştin û rûxandinê yên ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê pêk anîn, ji mêjiyê zarokên Efrînê naçe. Di yekemîn tecrubeya zarokan de ji bo derbirina hestên xwe, bala zarokan li welatê wan e û bîranînên rojên şer û dagirkirinê tên bîra wan, wan bîranînên êş veguherandin tabloyên rengîn ku çîroka her zarokekî vedibêje.

2 hezar zarokên Efrînê ku niha li kampên Şehbayê dimînin, zarokan bi dîmenên şer, rûxandin, kuştin û koçberiyê hundirê xwe ser tabloyan diyar kirin. Di demeke ku diviyabû dîmenên aştî û gulan xêz bikin.

Zarokê bi navê Hemîd Cimo yek ji beşdarên çalakiya xêzkirinê ye û wiha got: “Min maleke rûxandî û li kêleka wê balafirên ku bombebaran dikin, sivîl şehîd dibin û dûman bilind dibe, xêz kir. Lê morala me bilind e ku em ê rojekê vegerin Efrînê.”

‘Bi rêya tabloyê em dixwazin nameyekê ji cîhanê re bişînin’

Her wiha zaroka bi navê Fîdan Xilo got dema bombebarana dagirkeriya Tirkiyê ew şahida ser hovîtiyê bû, ji ber vê yekê maleke ku xwîna welatiyan lê ketiye, xêz kir, her wiha alên YPG, YPJ û hêzên ku parastina Efrînê kir, xêz kirin.

Fîdan wiha got: “Ez dixwazim bi rêya vê wêneyê êş û azarên ku di bombebarana dagirkeriya Tirkiyê dîtin ji cîhanê re diyar bikim, ez naxwazim hîn xwîn birije, hevalên min werin kuştin, em aştiyê dixwazin.”

Zaroka bi navê Eyşe Xilo behsa sivîlên ku birîndar bûn kir û wiha got: “Ji ber min ew bûyer bi xwe dît, min ev wêne hilbijart.”

Her wiha hîna xeyalên zarokê bi navê Mihemed Ehmed li rêya gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa ye, rêya ku diçe navenda Efrînê, wêneya wî li ser tabloyeke paç ku darên kesk li kêleka hev û rê xwar e, xêz kiriye. Der barê armanca wî ji wê wêneyê, Mihemed wiha got: “Em di wê rêyê de derketin, em dixwazin bi rêya wê vegerin bajarê xwe.”

Zaroka Şîlan Eco jî bi rêya wêneya xwe kêliyên bombebaranê û komkujiyê xêz kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekitiya Rewşebîran a Herêma Efrînê çalakiya xêzkirina tabloya ku 2 hezar zarokên Efrînê xêz dikin, organîze dikin. Dirêjahiya qumaş ku li ser tablo tê xêzkirin, 500 metre ye.

Back to top button