Arşîv

Li Kobanê pêşengeha wêneyan hat lidarxistin

KOBANÊ – Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Çîrok ji we û reng ji me”, li kolana Tilel pêşangeha wêneyan li dar xist.

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Çîrok ji we û reng ji me”, li kolana Tilel pêşangeha wêneyan li dar xist. Bi dehan gel bêşdarî pêşengehê bûn. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê rewşenbîr Reşîd Sofî pêşengeh vekir. Li ser navê Serokê Desteya Çand û Hunerê Rêzan Neisan, li ser navê Hevserokê Yekitiya Rewşen bîrên Rojava Welîd Bekir û şêwekar Mihemed Şahîn axivîn û bal kişandin ser girîngiya şêwekaran û wiha gotin:”Karê şêwekariyê gelekî girîng e ji ber ku çîrok, ked, koçberî û xweza tên xêzkirin û pêşkêşî civakê tê kirin. Hêviyên me ew in ku hemû çîrokên ku li Kobanê an jî derveyî Kobanê em çêbikin, pêşkêşî gel bikin û berhemên şoreşê derxin holê.”

Paşê Hunermend Silava Bozo sitran diyarî şêwekaran kir. Gel bi hev re wêneyên ku hatine xêzkirin temaşe kirin. Ev duyemîn pêşengeh e li Kobanê tê lidarxistin. Ya yekemîn di 31’ê Cotmeha 2018’an de li Muzexaneya Kobanê hatibû lidarxistin.

Dê pêşangeh îro jî bidome.

Back to top button