Arşîv

Baxçeyê zarokan ‘Kulîlkên Şehîdan’ hat vekirin

Dayik, hevjîn û zarokên şehîdan beşdarî merasîma vekirina baxçeyê zarokan êbinavê ‘Kulîlkên Şehîdan’ bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Nesrîn Cimo axivî û tekez kir ku ev pêngav ji bo alîkariya hemû dayikan di aliyê zanist û fêrkirinê de ye û wiha got: “Ev pêngaveke destekdayînê û erênî ye ji bo avakirina pêşeroja zarokên şehîdan.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Eytan Reşo jî vekirina baxçeyê zarokan li tevahî beşdaran pîroz kir, her wiha destnîşan kir ku ew ê ji bo peydakirina hemû hewcedariyên zarokên şehîdan kar bikin.

Paşê deriyê baxçe ji aliyê dayika şehîd Hêvîn, Zelûx Ehmed ve hat vekirin.

Tê zanîn ku heta niha navê 25 zarokan di baxçe de hatine qeydkirin û deriyê qeydkirinê ji zarokan re vekirî ye.

Back to top button