Arşîv

ʹBi Tekoşînê Komplo Vala Hete Derxistinʹ

Tevgera Jinên Ciwan komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Abdulah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin û got ku bi tekoşînê komplo vala hatiye derxistin.

Daxuyanî  li ber peymangeha Şehîd Çiya ya li taxa Salihiyê bi beşdarbûna dehan jinên ciwan ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ayşê Hemê ve hate xwendin.

Ayşdê Hemê got ku Carek din salvegera  komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan hat û wiha dom kir: ʺKomploya ku xwestin di riya wê re di şexsê  Rêber APO de doza kurdî û şoreşa gel tune bikin. Weke ku tê zanîn komplo di encama lihevkirina bi dehan dewletên desthiladar û kompiloger pêk hat. Dewletên ku ne ji bercewendiyên wan e sîstemek demokratîk û wekhev di herêmê de pêk were, komplo pêk anîn.ʺ

Eyşê hemê di berdewama axaftina xwe da zanîn ku Dewletên ku bi salên dirêj desthiladariya xwe li ser civakê feriz kirine beşdarî komployê bûn û wiha dom kir: ʺBi komployê xwestin ku Rêber APO yê ku şerê zihniyet wan kir û ronahiya civakê vekir ji hole rakin. Diheman demê de şerê civakê kirin û êrîşên xwe zêde kirin. Dewelta Tirk a faşist ku serkêşiya komploiyê kir, dest avêt nirxên gel li Bakur û Rojava.ʺ

Eyşê di daxuyaniyê de berxwedana Îmraliyê bibîr xist û wiha dom kir: ʺLê bi serhildana gel, rastiya şehîdn û berxwedana li Îmraliyê  ku Rêber APO kiriye cihê pêşxistina rastiyê komplo vala hate derxistin û bê encam bû. Bi dirşmeya Bê serok Jiyan nabe emê ji vir û şûnde asta tekoşîna xwe bilind bikin û rêberê xwe azad bikin.ʺ

Eyşê Hemê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: ʺEm wekî jinên ciwan komployê nelet û şermezar dikin, emê bi rihê ciwantî xwedî li rêberiya xwe derketin. Em ê bibin weke xelekeke ji agir li dedora girava Îmraliyê  kom bibin. Bi agirê tekoşeran em ê dewleta Tirk bişewitînin, em soz dikin ku emê heta pêkanîna azadiyê tekoşîna xwe bidomînin.ʺ

PIştî axwendina daxuyaniyê jinan bê navber dirşme yên bijî serok APO , bê serok jiyan nabe beriz kirin û wiha dawî li çalakiya xwe anîn.

Back to top button