Arşîv

‘Ew ê çalakiyên çand û hunerê berfirehtir bibin’

QAMIŞLO – Rêxistina Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê, ji bo parastina ax û çandê di çarçoveya Hemleya Kongreya Star de, çalakiyên cur bi cur bi rengê hunera jinê ya berxwedêr didomîne. Endama Koordinasyona Kevana Zêrîn û Nûnera Kongreya Star Roken Mihemed derbarê xebatên çand û hunerê de nirxandin kir. Rokenê got:”Ew ê çalakiyên çand û hunerê berfirehtir bibin. Ji bo parastina ax, çand û hunera xwe em her dem di nava xebatan de ne. Ev xebat ew ê her bidomin.”

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe”, hatibû destpêkirin, Rêxistina Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ku yek ji komîteyên Tevgera Kongreya Star e, çalakiyên çand û hunerê didomîne. Derbarê xebat û çalakiyên Rêxistina Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê, Endama Koordinasyona Kevana Zêrîn û Nûnera Kongreya Star Roken Mihemed axivî. Rokenê bi lêv kir ku bi xebatên çand û hunerê civak pêş dikeve û wiha got:”Em ê bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’ hem xwedî li ax û rûmeta xwe derkevin hem jî xwedî li çand û hunera xwe derkevin.”

‘Çand û huner nasname ye’

Rokenê diyar kir ku li hemberî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê çand û hunera xwe biparêzin û wiha got:”Em wek qada çand û hunerî van êrîşan û hewldanên dagirkeriyê wekî qirkirina çandî dibînin. Ji ber ev êrîş cihên dîrokî, şînwar û çanda gelan hedef digirin. Bi taybet li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di pergala Netewa Demokratîk de tevahî çand cihê xwe digirin û rengîniyek jiyanê heye, êrîş tên kirin. Li dijî van êrîşan em amade ne ku her ax, rûmet, çand û hunera xwe biparêzin. Çand û huner nasname ye.”

‘Bi rengê hunera jin û berxwedana wê çalakî tên lidarxistin’

Rokenê bal kişand ser çalakiyên ku tên kirin û wiha got: “Bi rengê jina berxwedêr em çalakiyên cur be cur li dar dixin da ku em xwedî li nasnameya xwe derkevin. Çalakiyên wekî Konê Mertalên Zindî, meş, mîhrîcan û çalakiyên din ên cur be cur bi bernameyên hunerî hatin xurtkirin û berfirehkirin. Bi rengê hunera jin û berxwedana wê çalakî tên lidarxistin. Di heman demê de Mîhrîcana 5’emîn ya zarokan tê li darxistin ku armanca wê jî parastina çandê ye. Bi bernameyên hunerî û çandî hat pêşkêşkirin. Di aliyê xwarinên gelêrî de jî çalakî hatin kirin û dahnik jî ji zarokan re hat kelandin.”

‘Heta hemle bidome em ê jî çalakiyên xwe bidomînin’

Roken da zanîn ku wê çalakiyên wan berdewam bin heta ku hemleya Kongreya Star berdewam be û wiha domand: “Mîhrîcana jinê wê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cihên dîrokî wek Girê Mozan, Tebqa, Firat û hwd. were lidaxistin. Her wiha hunermendên navdar ji tevahî netewan ji derveyî Sûriyeyê dê beşdar bibin. Dê her pêkhateyk konê xwe vede û li gor çanda xwe çalakiyên xwe pêşkêş bike. Di berdewamiya çalakiyan de ew ê pêşangeha pirtûkan bê lidarxistin, xwarinên gelêrî bên çêkirin, perwerde bê dayin,xebatên tiba xwezayî bên kirin, hunera jinê were pêşkêşkirin. Heta hemle bidome em ê jî çalakiyên xwe bidomînin.”

Back to top button