Arşîv

‘Dibistan cihê fêrbûn û zanebûnê ye’

ŞEHBA – Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê, derbarê destpêkirina tomarkirina dibistanên li Şehbayê de axivîn. Mamosteyên Şehbayê dibêjin:”Dibistan cihê fêrbûn û zanebûnê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê cihê şanaziyê ye.”

Bi dawîbûna betlaneya havînê, mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) dibistanên Şehbayê ji bo tomarkirina zarokan vekirin. Mamosteyên dibistanan niha ji her aliyî ve amadekariyên dibistanan dikin û pêwistiyên xwendevanan bi cih tînin, da ku xwendevan salek aram derbas bikin. Têkîldarî mijarê mamoste, dayik û xwendevanên nû qeyd dibin nêrînên xwe parve kirin.

‘Dibistan cihê fêrbûn û zanebûnê ye’

Rêvebira Dibistana navçeya Ehdasê Mamoste Zeyneb Şêx Osman ser qeydkirina zarokan axivî û wiha got: “Me dêriyê dibistanan ji bo tomarkirina zarokan vekir. Bi taybet xwesteka zarokan ser fêrbûna zimanê dayikê hene. Yê ku tê xwe tomar dike pir in. Wek mamoste armanca me ew e ku pêwistiyên zarokan bi cih bînin, ji bo xwendevan di aramiyê de dibistanên xwe bixwînin. Xwesteka me ew e ku her zarokek cihê xwe di dibistanan de bigirin, ji ber ku dibistan cihê fêrbûn û zanebûnê ye.”

‘Ziman ax û hebûna me ye, em ê xwedî li hebûna xwe derkevin’

Dayika Gule Cuma li ser zimanê dayikê wiha axivî: “Xwesteka min jî wek dayikek ew e ku zarokên min bi zimanê dayikê bixwînin û rastiya xwe bi xwe fêr bibin. Di demê me de derfet nînbû ku em bi zimanê xwe bixwînin, lê zarokên me îro diçin dibistanên kurdî. Ziman ax û hebûna me ye, em ê xwedî li hebûna xwe derkevin.”

‘Em ê her dem bi zimanê xwe bixwînin’

Zaroka bi navê Ava Kirad bi vebûna dibistanê kêyfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Keyfxweşiya herî mezin xwendina dibistanê ya bi zimanê xwe ye. Niha jî amadekariyên dibistanan tên kirin vê yekê jî di tevahî zarokan de kelecanek ava kiriye. Niha dibe ku em li Şehbayê dixwînin, lê em ê bi hêvî bin ku bi vegera Efrînê car din dibistanên xwe vekin û li ser axa xwe xwendina xwe berdewam bikin.”

Back to top button