Arşîv

Hevrîn El-Xelef: Komxebeta jinên êlan gaveke dîrokî bû

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn El-Xelef girêdayî komxebata jinên êlan a di 1’ê Îlonê de li Keleha Caiber a bajarê Tebqayê ldarketbiû axivî. Hevrîn behsa komxebatê û mijarên ku komxebatê de hatin nîqaşkirin, kir.

Gelo li herêma Firatê lidarketina komxebatê tê çi wateyê?

Li darketina komxebatê li herêma Firatê ji bo me û ji bo tevahiya jinan bûyerek dîrokî ye. Ev komxebat li gorî cureya xwe li ser asta Sûriyê bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî ya yekemîn e. Em bi vê gavê serbilind in û em dikarin bêjin ku ev kombûna girseyî ji hêla jinan ve delîl e ku jin dikare ji paş maskeya ku li ser wê di dirêjahiya salan de hatibû ferzkirin derkeve.

Komxebat di dema ku Tirkiyê gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe de, li dar ket. Gelo heta kijan astê beşdaran ev geşedan nîqaş kirin û encam çi bûn?

Di komxebatê de jinan gotina xwe gotin û tekez kirin ku dê bi hevgirtin û yekrêzî li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha tekez kirin ku mîna çawa li hember terorê sekinîn û zordestî red kirin wê rê nedin dagirkeriya Tirkiyê jî. Erdogan hewl dide sefiraziya osmaniyam careke din vejîne.

Hûn gava lidarketina komxebatê çawa dinirxînin û dê çawa bandor li herêmê bike?

Rola jinê di civakê de sînordar bû. Ji ber ku di bin bandora zihniyeta mêrdestiyê de bû, nikarî nêrîna xwe bida. Ji ber ku civak xwedî taybetmendiya êlî ye. Bi rêya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tevlibûna jinê di rizgarkirina herêman de ji DAIŞ`ê êdî jin bû xwedî rolek çalak. Berxwedan û dengê jinê gihaşt tevahiya cîhanê. Ew jî rê ji pêşiya tevahiya jinan vekir da ku rolên xwe bilîzin û cihê xwe di tevahiya warên jiyanê de bigirin.

Rewşa jinan niha di civakê de di çi astê de ye?

Gelo çawa jinê kevneşopiyên dijwar ên herêmê derbas kirin?

Jinê ne tenê ji destê kevneşopiya civakê zehmetî dikişan, heman demê de ji aliyê hişmendiya dewleta desthilatdar ve jî roja jinê dihat paşguhkirin. Her wiha di pêvajoyên berê yên dewleta Sûriyê de me dît ku çawa rola jinê di meclis û saziyan de hat paşguhkirin û di cihên girtina biryaran de ji qîmeta wê kêm dikir. Lê piştî rizgarkirina herêman bi zendên jinên leheng û şehîdên jin pêwîst bûye ku tevahiya jinên herêmê bi erkên xwe rabin û tiştên kun li ser tevahiya astan jê têne xwestin pêk bînin.

Back to top button