Arşîv

Li dijî dorpêçê berxwedana Dayikên Aştiyê didome

MEXMÛR – Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî dorpêça Wargeha Mexmûrê hatî destpêkirin didome û dayikan diyar kirin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê ya li Mexmûrê 7 roj in li gel astengî û êrîşa asayîşa PDK’ê didome. Dayikên Aştiyê daxwaz dikin ku dorpêça ku ev 52 roj in li hemberî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike bila bê bidawîkirin. Her wiha Şandeya Jinan a HDP’ê Dayikên Aştiyê ziyaret kirin û piştgirî dan dayikan.

Ji bo şikandina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin û ev 7 roj in li wir çalakiya xwe berdewam dikin.Tevî germa û toz û dûmanê jî dayik bi israr eşkere dikin ku heta bersiva daxwazên wan neyê dayîn wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Şandeya xelkê Başûr serdana dayikan kir

Her wiha Şandeya Jinan a HDP’ê ji bo hevdîtinan berê xwe da bûn Herêma Federal a Kurdistanê duh çûn serdana Dayikên Aştiyê jî. Piştî hevdîtina bi dayikan re Şandeya jinan xwest vegere hatin astengkirin.

Ji roja ku çalakî hatiye destpêkirin heta îro şêniyên wargehê jî kom bi kom tên serdana çalakvanan.

Back to top button