Arşîv

Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrîşa li ser Dayikên Aştiyê şermezar kir

Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê, êrîşa li hemberê Dayikên Aştiyê şermezar kir û got: “Em bang li saziyên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên Başûr dikin ku bila li dijî êrîş û astengiyan derkevin û dengê xwe bilind bikin.”

52 roj in Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye dorpêçkirin. Li dijî dopêçê Dayikên Aştiyê 7 roj in bi çalakiya rûniştinê helwesta PDK’ê şermezar dikin. Li gel çalakiya rûniştinê Dayikên Aştiyê rastî êrîş û astengiya asayîşa PDK’ê hatin. Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê li dijî êrîşa li hemberî dayikan daxuyaniyek da û daxuyanî ji hêla endama meclîsê Xerîba Son ve hat xwedin.

Xerîba di daxuyaniyê de diyar kir ku ev 26 sal in Wargeha Mexmûrê di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye û wiha axivî: “Wargeha me ligel hemû zor û zehmetiyan jî dîsa li ber xwe daye û jiyana xwe ya rojan berdewam kiriye. Jinên Mexmûrê jî wek jinên Botanê xwedî dîrokek qedîm ku tejî berxwedan, têkoşîn û destkeftiyên girîng in. Ji derdor û cîranên xwe re pêşengetiyê kir.”

Bang li sazî û rêxistinên jinan hat kirin

Xerîba destnîşan kir ku 52 roj in Wargeha Mexmûrê di bin dorpêçê de ye û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Ji bo ku ev dorpêç bê bi dawî kirin ev 7 roj in komek ji Dayikên Aştiyê pêk tê li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Lê, belê em îro dibînin Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bêrêzî û ziman dirêjiyê li dayikên me dikin. Dayikên me yên ku li wir di çalakiya rûniştinê de ne ev 7 roj in rastî astengiya asayîşa PDK’ê tên û nahelin kes biçe serdana dayikan û nahelin xwadin ji dayikan re biçe. Her wiha dayikên li wargehê dixwastin biçin serdana dayikan bi astengiya asayîşê re rûbirû man.”

Xerîba wiha dawî li daxuyaniya Meclîsa Îştar ya Wargehê anî: “Em êrîş û astengiya li hemberî dayikan bi tundî şermezar kirin bang li saziyên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên Başûr dikin ku bila li dijî van pêkanînan derkevin û dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Jina Kurd”,”Bijî Berxwedan Dayikên Aştiyê” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.

Back to top button