Arşîv

‘Sîstema Hevserokatiyê yekîtî û wekheviya jinan ava kir’

HESEKÊ – Bi pêşengtiya Kongreya Star hemleya bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” a ku hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya hemleyê de ji bo piştevaniya jinên cihanê daxuyaniyek hat dayin.

Kongreya Star bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” hemle dabû despêkirin. Di çarçoveya hemleyê de ji bo piştevaniya jinên cîhanê daxuyaniyek hat dayin. Daxuyanî li navenda Kongreya Star a Kantona Hesekê ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hat dayîn.

‘Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye’

Evînê di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser rol û misyona jinan û wiha got: “Di dîrokê de serhildan û şoreş hatin lidarxistin. Di nav van şoreşan de jin ked û têkoşînek bêhempa da meşandin, lê her tim ked û têkoşîna wê jî hatiye windakirin. Piştî Şoreşa ku bi navê Bihara gelan li Rojhilata Navîn dest pê kir bi taybet li Sûriyê Şoreşa ku pêk hat bi Şoreşa Jinê hatiye naskirin û îro jî gihaye astekê ku dibe mînak ji bo tevahî cîhanê .”

‘Sîstema Hevserokatiyê yekîtî û wekheviya jinan ava kir’

Evînê diyar kir kur jin bi hemû pêkhateyên xwe yekitî û wekhevî dane avakirin û wiha domand: “Xewn û xeyalên jinan ji dîrokê ve ew e ku yekîtiya jinan were çêkirin. Îro jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîstema Hevserokatiyê de xewin û xeyalê wan jinan pêk hat, îro jin bi hemû pêkhateyên xwe yekîtî û wekhevî dane avakirin. Şoreşa ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin ya tevahî cîhanê ye .”

‘Netewa Demokratîk hêvî û daxwazê hemû jinan e’

Evînê di dewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û wiha pê de çû: “Di Şoreşa Rojava de gelek jinên Enternesyonal berê xwe dan Şoreşê, ji ber ku ew hêviyên ku di dilê wan de, li hundirê vê şoreşê dîtin û bi dehan ji wan ji bo azadiyê gihaştin asta şehadetê. Îro gefên dewleta tirk li ser sîstema me, gefên li dijî Şoreşa Jinê ye. Dagirkeriya ku li ser demografiya Sûriyeyê tê kirin li dijî deskeftiyê jinan e, ji bo jinên cîhanê ku bi tayebt 2 roj daketine qadan û piştgirî didin parastina deskeftiyên jinan ku di şoreşa Rojava bi dest xistine. Em silavê xwe ji wan re dişînin. Jin li tevahî cihanê baweriya wê bi Sîstema Netewa Demokratîk heye ku bibe bersiv û çareseriya pirsgirêkan û dê bibe model û li tevahî cihanê belav bibe.”

‘Parastina nirx û deskeftiyên Şoreşa Rojava erkê her jinekê ye’

Evînê di dawiyê de bangewaziya xurtkirina çalakiyan kir û got: “Erkê hemû jinan û azadîxwaziyê heye. Hemû jinên cîhanê pêwist e, îro dakevin qadan û deskeftî û nirxên giranbuha ê şoreşa Rojava biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button