Arşîv

Ji Bo Şoreşê Binivîse Hat Lê Tevlî Şoreşê Bû

Şervana QSD’ê ya Îngîlîz Kimmie Taylor (Zîlan Dîlber) ku ji Efrîqa heta Çîngê li cîhanê geriya û ji bo şoreşa li Rojava hat li Rojava rawestiya û beşdarî Operasyona Azadkirina Reqqayê bû got “Ez ji bo azadkirina jinên di destê DAİŞ’ê de dîl hatine girtin tevli şoreşê bûm.”

Şervana Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ya Îngîlîz Kimmie Taylor (Zîlan Dîlber) ku sala par ji bo xebatekê 10 rojan hat Rojava, piştî li welatên Efrîqa, Cîn û gelek welatên cîhanê geriya dawiya dawi dîsa hat Rojava û tev li Operasyona Pêngava Azadkirina Reqqayê bû. Dilber, diyar kir ku dema hat Rojava di destpêkê de di qada civakî de xebat meşand û li Rojava çû Saziya Ziman a Kurdî û fêrî kurdî bû. Niha jî tev li refên QSD’ê bû û di hamleya Operasyona Xezeba Firatê ya Azadkirina Reqqayê de cih girt.

Ji bo binivîse hat

Dîlber a 27 salî dema li Îngîlîstanê bû xebatên çapemeniyê dimeşand. Ji Afrika derbaî Amarîkaya Latin bûn. Ji Amarikaya Latîn jî derbasî Çinê bû. Di ger û geşten xwe de çavderiyên xwe nivîsand. Di destpêka 2016’an de ji bo 10 rojan hat Rojava û xwest der barê Şoreşa Rojava de nivîsan binivîse. Dilber têkildarî gera xwe ya 10 rojan wiha got: “Ez sala par 10 rojan ji bo Şoreşa Rojava binivisim hatim vir. Lê piştî ez hatim vir hemû fikr û jiyana min hat guhertin. Tekoşîn û xebata jinê ya ji bo civakê bandor li ser min kir. Piştre min biryar da bêm li vir bimînim. Min di heman demê de li Înlgîlîstanê li ser navê rêxistinên sosyalist rojnamegerî ji dikir. Di çarçoveya rojnamegeriye de ez çûm Afrika, Amerikaya Latîn û Çinê. Li hemû deran hişmeniya kapîtalîst serdest bû. Mirov nikaribû bêhn bistendaya.”

Fêrî kurdî bû

Dîllber, diyar kir ku li ser axa Sûriyeyê fikrek gelek mezin hatiye çandin û wiha got: “Li welatên din teroî heye. lê teorî û pratîka li Rojava tiştekî pir dewlemend û serkeftî ye. Ev pratîk bandorê li ser fikr û jiyana mirovan dike. Ez li hemberî vê pratîk û jiyanê ketim nava kelecanekê. Min di desrî de hin zor û zahmetî dît. Min di aliyê ziman de zahmetî dît. Lê piştre ez çûm Saziya Ziman a Kurdî û ez fêrîe kurdî bûm. Hatina min a vir ji bo min jiyanek nû û rûpelek nû ye. Ez fêrî kurdî bûm û dikarin xwe îfade bikim. Piştî ez fêrî ziman bûm min di qada civakî dexat kir. ”

Bêşoreş jiyana nabe

Dîlber, da zanin ku piştî hat Rojava carekê bi malbatê re axivî û malata wê bi vê yekê kêfxweş bûye û wiha berdewam kir: “Bi taybetî bavê min kêfxweş bû. Dema ez bi telefonê bi bavê xwe re axivîm pir kêfxweş bû. Min jiyana vir jêre vegot. Min heyecana xwe pêre parve kir. Herî dawî ji min re got şoreşê li wir fêr bibe û were li Îngîlîstanê jî şoreşê pêş bixe û pêk bîne.”

Her ji bo jinan têkoşiyaye

Dilber, destnîşan kir ku hemû cîhan geşedan û şerê li vir pêş dikeve dişopîne û têkoşin û şoreşa li Rojava dizane. Dîlber, destnîşan kir ku şervanên jin en Rojava tên şopandin û zanîn û Dilber, da zanîn ku ji bo paytextê DAÎŞ’ê azad bikin li vir operasyon dane destpêkirin û ji bo jinên êsîr ji destê DAİŞ’ê azad bikin tev li vê tekoşîn û şoreşa Rojava bûye. Dîlber, bilêv kir ku ji bo bibe bersîva Bîrdoziya Jinê çiye? Bîrdoziya em li ser vê axê pêş dixin çiye? ez bedarî vê operasyonê bûm. Ez spasiya xwe ji kesê ev fikir li ser vê axê pêş xistiye re dikim. Baş e ev şoreş heye û beşdar bûm. Li vir pir kêfxweş im.”

Back to top button