Arşîv

‘Em bawer in dê sala nû ya perwerdeyê bêtir serkeftî be’

QAMIŞLO – Rêvebira Dibistanên Bajarê Qamişloyê Dîlber Omer, derbarê sala nû ya perwerdeyê de diyar kir ku sala nû bi amedekarî û sererastkirinê dest pê dike û got: “Tevlîbûnek xurt û bi nirx ji aliyê xwendekar, mamoste û malbatan heye, baweriya me bi serkeftina wan jî mezine. Em bawer in dê sala nû ya perwerdeyê bêtir serkeftî be.”

Perwerde yek ji hîmên bingehîn ên pergala netewa demokratîk e. Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her netewek bi zimanê xwe dixwîne û ji refa çaran fêrî zimanê netewên din ên li herêmê dibe. Li bajarê Qamişloyê jî 25 hezar xwendekar, 2000 mamoste, 125 dibistan û 30 baxçeyên zarokan hene û her ku diçe zê de dibin. Derbarê sala nû ya perwerdeyê ya Qamişloyê ku ji 1’ê îlonê mamosteyan dest pê kiriye de, ji Rêveberiya Dibistanên Bajarê Qamişloyê Dîlber Omer, nirxandin, kir.

‘Em dixwazin her netew bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne’

Dîlberê di destpêkê de bal kişand ser amadekariyên pêşdibistanê û wiha got: “Di betlaneya dibistanan a havînê de perwerde ji bo mamosteyan hat destpêkirin û tevahî mamoste tevlî bûn. Ji ber ku ji bo me pêşdibistan gelek girîng e em bi taybet girîngiyê didin vê yekê. Di 1’ê îlonê de dibistan hatin vekirin û dê di 15’ê îlonê de zarok dest bi xwendinê bikin. Dê perwerde li gor pergala demokratîk û mafê parastina perwerdeyê ya hemû gelan di hundur xwe de diparêze bê meşandin. Em dixwazin her netew bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Ji ber ku perwerde ji bo pêşketina civakê gelek girîng e em hewl didin ku di qada perwerdeyê em xebatên baş bikin.”

‘Hêvîyên me yên ji bo sala nû ya perwerdeyê mezin in’

Dîlberê da zanîn ku hejmara xwendekaran zêdetir bûye û wiha dom kir: “Mamoste û derfet zêdetir bûne. Zehmetî û kêmasîyên salên borî derbas bûn. Me hewl da em pirsgirêka kêmasiya alavan jî çareser bikin. Dê alavên perwerdeyê li tevahî zarokan were belavkirin.

Bangewaziya me ji tevahî malbatan re ew e ku bi mamosteyan re bibin alîkar û xwedî li keda mamosteyan derkevin û bawer bin. Em bawer in dê sala nû ya perwerdeyê bêtir serkeftî be. Hêvîyên me yên ji bo sala nû ya perwerdeyê mezin in. Ji bo siberoja civakê ronî be divê em xewedî li hewldana ji bo perwerdeyê derkevin. Em hemû piştigiriyê bidin em ê serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Back to top button