Arşîv

‘Jin destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin’

QAMIŞLO – Hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Di pilansaziya meha îlonê de wê cûdabûn û rengekî nû yên çalakiyan dest pê bike.Têkildarî mijarê Endama Koordinasyona Kongreya Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo derbarê qonaxa duyem a vê hemleyê de axivî û got: “Em ê li dijî êrîşan her di nava hewldanê de bin û xwe biparêzin.”

Hemleya Kongreya Star a ku di 8’ê Tebaxê de bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin” li Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê hatibû eşkerekirin. Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hemle hat destpêkirin.Di çarçoveya hemleyê de çalakiyên wekî meş, mîtîng, civîn, daxuyanî li seranserê bajar, navçe û kantonên herêmê hatin dayin.Di qonaxa duyem de ya vê hemleyê û di pilansaziya meha Îlonê de wê rengên cûda yên vê çalakiyê hebin. Têkildarî mijarê Endama Koordinasyona Kongreya Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo derbarê qonaxa duyem a vê hemleyê de axivî û got: “Çalakiyên me li hember kiryarên dewleta tirk berdewam in. Em ê asta têkoşînê mezin bikin.”

‘Em ê welatê xwe ji hemû rengên dagirkeriyê û êrîşan biparêzin’

Hediya di destpêka axaftinên xwe de qala asta pêşveçûna hemleyê dike ku divê hemû gel yekdeng bin û dagirkeriyê qebûl nekin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev zêdetirî mehekê ye xebatê me li ser rengê çalakiyên hemleyê tê meşandin. Em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatê me di rewşeka awarte de ye, ji bo wê jî divê em welatê xwe ji hemû rengên dagirkeriyê û êrîşan biparêzin. Hemleya me jî bi wê armancê ye ku em hemû gel li ser axa xwe azad bijîn. Divê dengê me li hember êrîşên tirkiyeyê yek bin, ku em dagirkeriyê naxwazin. Îro li pêşiya çavê cîhanê dewleta tirk sînorê xwe fireh dike û her kes bê deng e. Bi vê bêdengiyê re pêwîst e em gelê vê herêmê yekbûna xwe xurt bikin û doza welatê xwe bi ser bixin.”

‘Jin destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin’

Hediya bal kişand ser belavbûna dengvedana vê hemleyê û wiha axaftina xwe domand: “Piştî eşkerekirina armancên hemleyê li Kobanê, êdî firehiya wê li seranserî herêma Cizîr û Şehbayê jî belav bû. Li Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî konê mertalên zindî li ser sînor hat vedan. Tevlîbûna gelê herêmê jê re bi awayekî geş û girseyî bû. Ev hêz û îradeya gelê me da nîşandan û bi taybet jinên şoreşê yên ku destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin û rê nadin ku vîna wan were çewisandin.”

‘Ji bo azadiya welatê xwe em ê her li ser piyan bin’

Hediyayê di dawiya axaftinên xwe de pilana hemleyê ya mehê îlonê eşkere kir û wiha got: “Pilanên me ji bo meha Îlonê me xebatek berfireh daye pêşiya xwe û di nêrîna me de wê bandorek li raya giştî bike. Heya niha em tam negihaştine armancên xwe, ji bo wê jî em ê di çalakiyên xwe de bi israr bin û ji bo azadiya welatê xwe em ê her li ser piyan bin.”

Back to top button