Arşîv

TAJÊ ji bo kongreya xwe ya 1’emîn banga tevlibûnê kir

ŞENGAL – Berdevka rêveberiya TAJÊ Feride Şengalî biboneya Kongreya 1’emîn a TAJÊ ku wê di 10’ê mehê de bê lidarxistin bang li jinên Şengalê kir ku tevli kongreyê bibin

Jinên êzidi bi fermana 2014 re bi zahmetiyan re rûbirû man. Di sedsala 21’emîn de jinên êzidî ji aliye DAÎŞ ve hatin şevitandin, li bazaran hatin firotin. Lê piştî fermanê jinên êzidî cara yek bi xwe xwe rêxistin kirin ji bo tola van jinên ku ketine deste çeteyen DAÎŞ hilînin. Jinên Ezidi her daîm gotina bersiva fermanê rexistine dibêjin. Îro jinên êzîdî xwe bi rêxistin û xwedî parastin kirine. Jinên êzidî ku roj bi roj rêxistina xwe xurt dikin, cara yekê di bin navê Tevgera Jinên Êzdî de xwe bi rêxistin kirin û wê di 10’ê Mehê de jî Kongreya Xwe ya 1’emîn li dar bixin.

Berdevka Rêveberiya TAJÊ Ferîde Şengalî biboneya kongereya xwe ya ku wê di 10’ç Îlonê roja Sêşemê li dar bixin de axivî û wiha got; “Em nêzî kongeraya yekemin ya TAJÊ dibin. Di dema 3 Tebaxa 2014’an de fermanekê mezin hat serê civaka êzîdî. Piştî fermanê me xwe nespart tu kesî. Di 3 tebaxa 2015’an de me Konferansa xwe ya 1’emîn bi awayê rêxistinî li Kampa Newroz li dar xist. Lê wê demê rewşa Şengalê ne baş bû, hemû dora Şengalê jia liyê DAÎŞ’ê ve hatibû girtin. Ji ber wê me nikaribû li şengalê Konferansa xwe li dar bixin. Konferansa yekemin ya jinên êzidî li Kampa Newroz hate lidarxistin bi wate û gîrîng bû, ew tolhildan bû ji dijmênê me re. Piştî ve me konferansa meclîsê li dar xist, meclisê jî karê xwe berfireh kir, mezirtir kir, tevlê bûna jinan çêbû, saziyên wê çêbûn û piştra jî dezgehên wê çêbû. Piştî kar berfireh bû me konferansa 2’emîn li bajaroke Xanesorê 20’ê Îlone sala 2016’an de li dar xist. Wê demê me navê rêxistina xwe kir Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ. Saziyên wê hatin berfirehkirin,rêxistinkirina jinan mezin bû, ragihandina bi rêxistinên jinan hat kirin, pisgirêkên jinên êzîdî heta ji me hat me çareser kirin.”

‘Ev kongre gelek girîng e’

Ferîde Şengalî derbarê girîngiya rêxistina jinên Êzîdî û kongera Yekemin ya Jinen Ezidi gotinên xwe wuha domandin: “ Ew kongare gelek girînge, em niha amadekariya wê dikin. Daxwaz û hêvîya me ku hete hemû jin bi hev ra bibin alikar, derfetên me kêm bê jî em ê bi wan re bibin alîkar. Tişt hemû ne maddiyat e, manewyat jî girîng e. Pêwîste em di hemû waran de bi jinan re alîkar bibin. Em nehelin ku jin xwe bikujê û nehilin ku bi temenê biçûk werê zewicandin. Ji ber ku jiyana jinan dikeve xeterê. Ji aliye psikolojik û rûhî bandorekê mezin dide avakirin, nabê tu kes bi temen 14,15, were zevicandin, edî di nav civaka me de ev werê rakirin. Axa me dîrok û nasnameya me ye. Çi Rojava , bakurê Kurdistan, rojhilatê Kurdistan, başurê Kurdistan gelek cihên dîrokî yên êzidiyan hebûn. Lê îro hemû ber bi tûn bûnê ve diçin. Li Rojavayê Kurdistan berxwedana mezin ku hate kirin nehişt ku dîrok wunda bibe. Em wekê civaka êzîdî ya Şengalê em naxwazin jin axa xwe berde biçe hîn zêdetir pêwîste li axa xwe xwedî derbikeve. Divê em karibin axa xwe, dîrok û nasnameya xwe biparêzin. Em wek jinên êzîdî rêxistina xwe mezin bikin, em ê tekoşîna xwe bigihenîn hemû jinan. Ji ber ku jin hemû di bin destê zihniyeta zilamên desthilatdar de dijîn. Pewîst dike ku em xwe bigihênin hemû jinan.”

‘Em hemû jinan vedixwînin kongreya xwe’

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de wuha got: “ Kongera me di 10’ê meha Îlonê de li Xanesorê saet di 9’ê de dest pê dike. Em hêvîdar in ku gelê me, keç û jinên êzîdî, pêşwaziya wê kongere bikin. Em karibin zehmetiyen ku me ditiye, xeletiyen ku hatine kirin, çareser bikin. Em ê rêxistinê xwe mezin bikin, bi hamleyeke nû dest bi kar û xebatên xwe bikin. Di roja kongerê de em hevî dikin ku hemû jin werin tevlê kongera bibin.”

Back to top button