Arşîv

‘Bi riya zimanê xwe em ê çanda xwe pêşve bibin’

ŞEHBA – Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Mîhrîcana xwe ya salane bi dirûşma”Bi rihê şehîd Egîd em ê rêxistinbûyîn û Apobûyînê misoger bikin” li Kampa berxwedanê li dar xist.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk Mîhrîcana xwe ya salane cara yekem li Şehbayê bi dirûşma “Bi rihê şehîd Egîd em ê rêxistinbûyîn û Apobûyînê misoger bikin” Kampa Bewrxwedanê li dar xist. Qad bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hat xemilandin. Mîhrîcan bi tevlîbûna Rêxistina Kongreya Star, Meclîs, Komîn û tevahî xwendekar ji hemû Navçeyên Şehbayê pêk hat.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê koma Kûlîlkên Kurdistanê, koma Navçeya Şêrewa stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma dibistana kampa berxwedanê bi govendên xwe beşdarî Mîhrîcanê bûn. Her wiha zarokan bi rêya stran û helbestên xwe mîhrîcan geş kirin. Şano jî ji aliyê xwendekarên kampa berxwedanê ve hat pêşkêşkirin. Têkildarî mijarê xwendekarên ku beşdarî Mîhrîcanê bûn nêrînên xwe parvekirin.

‘Em ê hebûna xwe bi zimanê xwe îsbat bikin’

Xwendekara bi navê Hesîne Hec Ebdo li ser Mîhrîcanê axivî û got: “Em weke tevgera xwendekaran piştî koçberbûna me ji Efrînê, ev cara yekeme em Mîhrîcana xwe ya salane li dar dixin. Dewleta tirk dema êrîşî Efrînê kir dibistanên me hedef girtin, lê em weke tevger hebûna xwe careke din li Şehbayê bi zimanê xwe îsbat dikin.”

‘Em bi fikir û ramana Seroka Apo hestên xwe dinivîsin’

Rozîn Dodo jî dest nîşan kir ku ew bi saya Rêber Apo bûne xwedî vîn û wiha domand: “Em wek xwendevan vê Mîhrîcanê li Rêber Apo pîroz dikin. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo min îro helbestên xwe nivîsandine û pêşkêşî gel dikim. Em ê heta dawiyê xwendina zimanê kurdî bidomînin û dev ji berxwedana xwe bernedin.”

‘Em ê heya dawiyê bi zimanê dayîkê fêr bibin’

Her wiha xwendekara bi navê Sîlvana Heşêm a ji dibistana gundê Babinês tevlî mîhrîcanê bûye jî hêstên xwe wiha parve kir: “Em bi vê Mîhrîcanê pir kêfxweşin. Li Ruxmî ku derfet kême, lê dîsa jî em Mîhrîcanên xwe pêşwazî dikin. Em ê îsal jî dest bi dibistanên xwe yên bi zimanê dayikê bikin. Bi riya zimanê xwe em ê çanda xwe pêşve bixin û serkeftin ya me ye.”

Back to top button