Arşîv

Salvegera damezirandina Meclisa Jinên Sûriyê hate pîrozkirin

Bi dirûşmeya `Jina birêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk, pirrengî nenavendî ` vê êvarê Meclisa Jinên a Sûriyê şahiya salvegera duyemîn a damezirandina meclisê li Hola Zana li bajarê Qamişlo organize kir.

Endamên Meclisa Jinên Sûriyê, nûnera Meclisa Giştî ya Rêveberiya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û endamên saziyên civaka sivîl ên bajarê Qamişlo û nûnerên hindek rêxistin û partiyên siyasî, rewşenbîr û hiqûqnas tev li şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê berdevka Meclisa Jinên a Sûriye Lîna Berekat axivî, bixêrhatina beşdaran kir û salvegera duyemîn a damezirandina meclisê li wan pîroz kir. Lîna Berekat got: “Meclis beriya du salan weke vê rojê li bajarê Minbicê bi tevlibûna zêdetirî 220 jinan ji tevahiya Sûriyê yên ku ji bo diyarkirina çaranûsa xwe û da ku jin xwedî gotin be hate damezirandin. ”

Lîna îşaret pê kir ku meclis bi armanca ku bibe dengê jinên Sûriyê ku mafên xwe bixwazin û bigihînin azadiya xwe hat damezrandin û wiha pê de çû: “Her endameke meclisê ked da ku meclis bigihîne vê astê û bibe hêviyên tevahî jinên ku êş ji ber zilm, koletî û desthilatiya bi salan kişandine. Her wiha ji bo ku rola wê di biryarstandinê û çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de hebe.”

Di dawiya axaftina xwe de Lîna soz da tevahî jinan ku dê li ser rêça şehîdan bimeşe, têkoşîna rizgarkirina xakê û jinan ji zilm û koletî bidomîne û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêze.

Dûvre nûnera Meclisa Giştî ya Rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûiyê Sîham Qeryo axivî û wiha got: “Meclsia Jinên Sûriyê, projeya neteweyî û civakî ye, ku li ser yekitiya refên jinên Sûriyê, enerjiyên wê yên li hundir û derve bi hemû etînk, mezheb, netewe, çand û bawerî, dixebite da ku bi hêza xwe ya berpisiyartiya rizgarkirina welatê Sûriyê ji birînên wê, bawer be.”

Sîham tekez kir Meclisa Jinên Sûriyê, ji binpêkirinên der heqê jinan de bû bersiv, her wiha hate avakirin da ku dozên wan çareser bikin û wan azad bike.

Piştî axaftinan, gelek helbestê ji hêla helbestvanên jin hatin xwendin. Her wiha koman stran pêşkêş kirin.

Di dawiyê de sînevîzyoneke têkildarî xebatên meclisê yên di 2 salên borî de hate pêşandan.

Back to top button