Arşîv

Salvegera Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi şahiyekê hat pîroz kirin

2’emîn salvegera Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Qamişloyê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Bi boneya 2’emîn salvegera damezrandina Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Hola Zana ya Qamişloyê bi tevlîbûna bi sedan ji endamên sazî û dezgehên civakî, rêxistinên jin, jinên partiyên siyasî, kesên serbixwe şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Axaftin ji aliyê Endama Koordinasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berketa ve hat kirin.

‘Jin ji bo doza azadiyê li ser piyan e’

Lînayê wiha got: “Berî 2 salan wekî vê rojê, dîroka jin û şoreşa azadiya wê serkeftineke nû bi damezrandina vê meclisê re mayinde kir. Jinên Sûriyeyê rêxistina xwe xurtir kir û ji bo doza mafê azadiya tevahî jinan di nava tevgerê de ne û li ser piyan in. Em dixwazin ku tevahî jinên Sûriyeyê xwedî rol û biryar bin di çareserkirina kirîza Sûriyeyê de. Ji ber cihê ku nêrîna jin tê de neyê girtin, ne biryarên guncav in û wê her rewşê ber bi tehlûkeyê ve bibe. Em serkeftinê ji xebatê tevahî jinan re dixwazin.”

Paşê Helbestvan Beşîra Derwîş helbest ji bo beşdarvanan xwend. Her wiha Koma Botan a stranan a Çand û Hunera Mihemed Şêxo staranên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button