Arşîv

Meclîsa Jinê ya PYD ‘ê civîn li navçeya Til Temirê li dar xist

Meclîsa Jinê ya PYD’ê civînek derbarê girîngiya parastinê li navçeya Til Temirê li dar xist .

Di Çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” hatibû destpêkirin, Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) civînek li Sazaiya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Civîn ji aliyê Koordînasyona Jinê ya Partiya Yêkîtiya Demokartîk (PYD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehra Semeo ve hat birêvebirin.

‘Pêwist e gel xwe li gor rastiya şer birêxistin bike’

Zehra teqez kir ku pêwîst e gel li gorî rastiya şer xwe birêxistin bikin û wiha domand: “Di nava van pêşketinan de roj bi roj gefên dagirkerîyê li ser deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibe. Dewleta tirk dixwaze bi riya gefan xeyalên Osmaniyan pêk bîne. Li hember van gefxwarinan tê xwestin ku em xwe li gorî rastiya şer birêxistin bikin.”

‘Jin bi îdeolojiya xwe, xwe diparêze’

Zehrayê di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di gerdûnê de her zindiyek bi rengekî xwezayî parastina xwe dike. Mînak gul bi sitriyên xwe, xwe diparêze, jin jî bi îdeolojiya xwe xwe diparêze. Pêwist e di aliyê hişmendiyê de têgihaştinek bê avakirin, bigihêje wê astê ku bi hêza xwe ya cewherî bawer be û wisa xwe birêxistin bike.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27