Arşîv

Ji Tevgera Ciwanên Şoreşger hemleya hişyariyê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi dirûşma “Hişbirê berde jiyanê bernede” ji bo hişyarkirin ciwanan dest bi hemeyeke nû kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, bi dirûşma “Hişbirê berde jiyanê bernede” ji bo hişyarbûna ciwanan a di warê têkilîdanîna bi kesên ku van madeyan dikirin û difroşin re ku neyên xapandin, Hemleyek da destpêkirin. Her wiha belavok li ser şêniyan hatin belavkirin.Têkîldarê mijarê Endama Mala Ciwanan Bêrîvan Henan axivî.

‘Ciwan hêza dinamîke û pêşeroja civakê ne’

Bêrîvan Henan derbarê hemleyê de nêrîna xwe parve kir û got: “Ev madeyên xirap yên li derveyî pîvanên me dijmin bi zanebûn dike nav me. Armanca me ku em ciwanên xwe pêş bixin da ku nêzî madeyên xirap nebin. Ji ber ku ciwan hêza dinamîk û pêşeroja civakê ne. Pêwiste em hemû ciwan bibin yek û li dijî tiştên xirap derkevin û nêzî xwe û civaka xwe nekin.”

Bêrîvanê bal kişand ser erk û mîsyona ciwanan û wiha domand: “Em ciwan pêwiste ji xwe re çanda xwe û tiştên ku şoreşê ji me re hiştiye esas bigirin û xwedî li şoreşê xwe derkevin. Ji ber ev şoreş bi xwîna xwîşk û birayên me pêk hatiye. Ciwan pêwiste di vî temenî de xwe pêşbixin. Ji ber mirov dema ciwan be hertiştî fêr dibe û pê re tecrûbe yên demê ava dike.”

‘Ni hişbirê re na ji jiyanê re erê’

Bêrîvanê herî dawî behsa armanca hemleyê kir û wiha pêde çû: “Bi rêya vê hemleyê armanca me ku em ciwanan ji madeyên hişbir dur bixînin. Ji bo demên pêş rêzeçalakiyên me di vê mijarê de hene. Pêwiste ciwan li pêşeroja xwe bifikirin. Em dijêbin Ji hişbirê re na ji jiyanê re erê.”

Back to top button