Arşîv

Li Helebê jinên ciwan meşek bi meşaleyan li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê di çarçoveya pêngava Kongreya Star a bi diruşma” Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bibe” de meşeke bi meşeleyan li dar xist. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Meşvanan meşle, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û ala Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bibe” hildan. Her wiha diruşmên silavkirina berxwedana Efrîn, berxwedana Rêber Ocalan û têkoşîna jinan berz kirin.

Meş li Qada 7 Şehîdan a Şêxmeqsûda Rojhilat vegerî mîtîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Berîvan Henan axivî, anî ziman ku çalakiyên wan ên li dijî gefên derve berdewam in.

Bêrîvan Henan got heta bidawîkirina dagirkeriyê û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina Efrînê dê di nava çalakiyan de bin.

Mîtîng bi diruşmên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê bi dawî bû.

Back to top button