Arşîv

Akademiya Şehîd Sara ya Minbicê nimûneya pêşxistina fikrê jinê ye

Akademiya Şehîd Sara Selman a Minbicê, bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê yên vekirî û girtî jinên Minbicê perwerde dike. Ji bo pêşxistina jinan û dîroka jinê ya ku mêrdestiyê veşartiye, bi jinan bidin nasîn. Armancek din a Akademiyê ew e ku, jin karibe bi awayekî baştir rola xwe di saziyan de bilîze û di nav civakê de xwe birêxistin bike.

Akademiya Şehîd Sara Selman a Minbicê di 10`ê Tîrmeha 2017`an de hatiye vekirin. Ji wê demê heya niha 453 endamên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser ên Minbicê û gundewarê wê perwerde kirine. Jin di Akademiyê de waneyên bîrdozî yên taybet bi jinê; jinelojî giştî, jin û qanûn, şerê taybet, jin û malbat, jin û aborî, jin di rêveberiyê de, hevjiyana azad û dîroka Rojhilata Navîn, dibînin.

Hejmara dewreyên perwerdeyê yên ku ji hêla Akademiyê ve hatine vekirin, 21 dewreyên taybet di nav de 16 vekirî û 5 girtî, ne.

Dewre heya 20 rojan didomin. Kesên ku perwerdeyê dibînin di saet 6:00`an de şiyar dibin, werzîş dikin û piştre di saet 8:00`an de, dest bi perwerdeyê dikin. Di saet 15:00`an de, perwerde bi dawî dibe.

Akademî, hewl dide her mehekê dewreyekê vebike. Akademiyê di 20`ê Tebaxê de dewreyek bi beşdarbûna 15 jinên ku di nav sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê de kar dikin, vekir. Dewre bi navê Şehîd Rewaa Betran, hat vekirin.

Girêdayî mijarê Fatme El-Hemûd a ku beşdarî dewreyê bûye got: “Divê hemû jin beşdarî dewreyên xweser bibin. Ji bo kevneşopiyên ku li hember pêşketina wê dibin asteng, derbas bikin.”

Fatme diyar kir, waneyên ku li akademiyê dibînin gelek giring in û wiha axivî: “Em gelek sûdê ji waneyên ku tên dayîn, digirin.”

Hewldanên vekirina dewreyên girtî

Rêveberiya Akademiyê hewl dide ji 6’ê Kanûna 2019’an ve dewreyên vekirî veguherîne dewreyên girtî. Ji ber ku dewreyên girtî hîn bêhtir bi bandor in. Jin, heta demekê bi awayek komînal bi hevre dijîn, jiyana xwe parve dikin û zêdetir li ser perwerdeyê hûrbûyînê çêdikin.

Girêdayî wê endama rêveber a Akademiyê Emîre Berkel got: “Armanca vekirina dewreyên girtî ew e ku wane bi awayekî berfireh werin dayîn. Fikrê azad di hişên jinan de bêne rûniştandi. Jinên din jî jê bandor bibin, beşdarî dewreyan bibin û xwe pêşbixin.”

Back to top button