Arşîv

6’emîn Mîhrîcana Kurteçîrokên Kurdî li Qamişloyê bi dawî bû

QAMIŞLO – 6’emîn Mîhrîcana Kurteçîrokên Kurdî bi belavkirina xelatan di roja 4’an de bi dawî bû.

Di pêşengtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya 6’emîn Mîhrîcana Kurteçîrokên Kurdî li bexçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişloyê 4 rojan dom kir. Bi beşdarbûna 17 çîrokên kurdî, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan tevlî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan di roja 4’an de bi dawî bû.

Di roja dawiyê de li ser navê yekîtiya nivîskaran axaftin hat kirin, piştre stranên ku ji aliyê hunermend Mustefa Omer ve hat gotin hat guhdarkirin. Her wiha ji bo 17 çîroknivîsên bi çîrokên xwe beşdarbûn spasname hat dayîn. Her wiha di nav çîrokan de ya çîroknivîs Fatma Ehmed çîroka ‘Ezê werim Mal’ xelata çîroka yekemîn girt.

Back to top button