Arşîv

Xeteriya Sinetê Li Ser Hezaran Zarokên Keç Heye

Li gelemperiya cîhanê, bi qasî 100 heta 200 mîlyon jin û zarokên keç mexdûrên sinetkirina jinê ne. Li welatên Ewropayê jî ev gef û xeterî li ser deh hezaran jin-zarokên keç hene.

Li Elmanyayê, ku qanûnên ceza li sinetkirina jinan dibirin par hatin girankirin. Tevî vê yekê jî tê gotin, ku xeteriya sinetkirinê li ser bi hezaran zarokên keç ên li Elmanyayê heye. Tişta ku herî zêde rayedarên Elman xwe jê vedigirin ew e, ku ‘di dema betlaneyê de sinet tê kirin’.

Li gorî rapora ji aliyê Wezareta Malbatê ya Federal ve hat weşandin, hejmara mexdûrên sinetkirina jinê li Elmanyayê gihîştiye 47 hezarî. Di raporê de hat ragihandin, ku ev hejmar ji sala 2014’an û vir ve di asta ji sedî 30’î de zêde bûye.

Di raporê de hat bibîrxistin, ku qanûna têkildarî sinetkirina jinê par hatiye guhertin û li gorî vê yekê wê sinetkirina zarokên keç li derveyî welat, bê cezakirin. Hat destnîşankirin, ku xeteriya sinetkirinê li ser hezaran zarokên keç ên li Elmanyayê dijîn, heye. Li gorî texmînan ev hejmar di navbera 1500 û 5700’î de ye.

Wezareta Malbatê ya Federal bi fikar e, ku zarokên keç bi bahaneya betlaneyê dibin welatê xwe û li wir tên sinetkirin. Li gorî qanûna ku par hat qebûlkirin, eger zarokên keç li Elmanyayê yan jî li derveyî Elmanyayê bên sinetkirin, wê pasaporta kesên ew sinet kirine ji wan bên standin.

Li gelemperiya cîhanê, tê texmînkirin ku bi qasî 200 mîlyon jin û zarokên keç mexdûrên sinetkirinê ne. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nîvê van kesan li welatên Misir, Etiyopya û Endonezyayê dijîn. Li Somalî, Gîne û Cîbûtî jî, tê texmînkirin ku ji sedî 90 ê jinan tên sinetkirin.

Bi vê pêkanîna li derveyî mirovahiyê re organê zayendî yê jinê bi temamî yan jî beşek jê tê jêkirin. 6’ê Sibatê weke Roja Têkoşîna li dijî Sinetkirina Jinê ya Cîhanê tê qebûlkirin.

 

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27