Arşîv

Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 10’an de dewam dike

MEXMÛR – Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 55 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Mexmûrê didome berdewam dike. Her wiha asayîş rê nade xwarin ji bo dayikan bê şandin.

Di 17’ê tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 55 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Çalakiya dayikan jî di roja 10’an de tevî hemû astengiya asayîşa PDK’ê didome.

Dayik dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin lê heta niha ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu kesê serdana dayikan nekiriye. Ji Dihokê komek dayik xwestin serdana Dayikên Aştiyê bikin lê rastî êrişî asayîşa PDK ê hatin. Nehiştin kesek biçe serdena dayikan. Her wiha asayîş nahele ku xwarin û vexwarinê jî ji wan re bê şandin. Dayikan di çalakiyê de da zanîn ku di çalakiya xwe de bi israrin.

Back to top button