Arşîv

Jinên ciwan: Heta dagirkerî bidome, dê pêngava me jî bidome

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike` de bi dehan ji endamên Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Girê Spî li kiluba werzîşê ya ciwanan kom bûn û daxuyaniyek da.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Girê Spî Rewnaq Şêx Yesîn daxuyanî xwend û got:

“Piştî gefên Tirkiyê yên dawîn yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em jinên ciwan vê dagirkeriyê qebûl nakin û li hember niyetên dagirkeriyê em ê dest girtî nemînin.

Her wiha em nahêlin sînaroyaya dagirkirina Efrînê li tu herêmekê ji herêmên Sûriyê dubare bibe. Em jinên Sûriyê me berê gelek caran ragihandiye ku em dagirkeriya Tirk red dikin û em li rex şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin da ku li hember dagirkeriyê bisekinin. Em jinên ciwan vîna me ji tundiya ku dagirkerî hewl dide bi rêya şerê taybet li ser me bimeşîne yan jî bi rêya gefên xwe yên domdar ku ewlehiya me tehdîd dike bi hêztir e.

Em jî berxwedêrên li dijî dagirkeriyê ne. Em ê bênavber bixebitin da ku tevahiya jinan ji çewisandinê rizgar bikin. Wek jinên Kongreya Star me di 8`ê meha borî de ragihand ku em dest bi hemleya xwe li dijî dagirkeriyê û çeteyan bi dirûşmeya` Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike` da destpêkirin. Da ku ji cîhanê re bidin diyarkirin ku em dikarin li hember her mitîngerekî ku hewl dide axa me dagir bike bisekinin.

Di çarçoveya hemleyê de me dest bi orgenîzekirina meşan, pêşendana sînevizyonan û li darxistina civînan ji gel re kir. Her wiha me daxuyanî ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkerî û gefên wê yên domdar a ku hewl didin biratiya gelan di navbera pêkhateyan de parçe bike dan. Tirkiyê bi rêya dagirkirina herêmê jin ji mafên wê yên herî besît mehrûm kir û cilê koletiyê bi hinceta olê radîkal lê kir.

Îro û piştî rizgarkirina jinê ji qeydên koletiyê û rakirina awira tarîtiyê ji asîmana herêmê, binpêkirinên Tirkiyê di hewldanekê de ji bo ku careke din herêmê dagirk bike hatin. Em jî wek jina azad vê tiştî qebûl nakin. Me li hember terorê li berxwe da û wê qewirand. Her wiha em li hember xetertirîn hêza tarîtiyê ji bo xilasiya gelan ji çewisand û tundiyê bi taybet jinê sekînin.

Ji vir em bang li tevahiya jinan dikin ku tev li perwerdeyên xweparastinê bibin da ku xwe û axa xwe biparêzin. Em soza ku me berê dabû dîsa dubare dikin ku em ê li hember dagirkeriyê bi tevahiya cureyên wê li berxwe bidin û em ê hemleya xwe heya bidawîkirina binpêkirinên dagirkeriyê û rizgarkirina tevahiya axa Sûriyê berdewam bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinên azad bi dawî bû.

Back to top button