Arşîv

Yekemîn Kongreya TAJÊ bi dawî bû

ŞENGAL – 1’emîn Kongra Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li Eywana Laleşê ya bajaroka Xanesorê ya Şengalê bi tevlêbûna 300 delegeyan pêk hat bi dawî bû. Di kongreyê de peyama yekîtî û têkoşîna li dijî êrîşkaran hat dayin.

1’emîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) a bi tevlîbûna 300 delgeyan, dest pê kiribû, bi dawî bû. Şandeyên TAJÊ- Rojava, ya derveyî welat û nûnerên saziyên civakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê li Eywana Laleşê ya bajaroka Xanesorê ya Şengalê dest pê kiribû bi dawî bû. Di kongreyê de perpektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser jinên Êzidî û rapora xebatê ya sê salan hat xwendin, rêziknameya TAJÊ hat nîqaşkirin û hilbijartina endamên meclîsê pêk hat. Kongreyê bi nîqaşan berdewam kir.

Axaftina destpêkê ji aliyê Pelda Şengalî ve hat kirin. Pelda Şengalî di axaftinên xwe de pewîstiya rexistinkirin û xweparastina jina Ezidî anî ziman. Pelda Şengalî da got: “Em çi bikin hîna jî kem e. Pewîst dike ji bo tola jina Ezidi were hilgirtin û jinên di destê DAÎŞ’ê de ne werin rizgarkirin rexistina xwe mezin bikin û bigihêjin hemû jinên azadixwaz.”

Piştî axaftina vekirên hilbijartina dîwanê, nirxandinên Rêbere PKK’ê Abdulah Ocalan ên ser jina Ezidi hate xwendin. Peyama Koma Jinên Kurdistanê (KJK) hat xwendin. KJK’ê di peyama xwe de bal kişand ser rêxistinkirina jina Êzidî ya li Şengalê û hêza wan. Her wiha KJK’ê hemû jinên Êzidî ku di nava van sê sala de gihaştîye asta têkoşîn û rêxistin kirinê silav kir.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Êzidî ya li Rojavayê Kurdistanê jî Hediye Faris got:” Ji rêxistina Jinên Ezidi yên Şengalê em hêz digirin. Ji bo li dijî neyarên xwe her em li ser piya bimînin divê em her di nava tevgera têkoşînê de bin.”

Peyama Rêveberiya Konseya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta bi dîmen hate guhdarkirin.

Piştî peyaman rapora xebatên TAJÊ ya 3 salan hate xwendin. Di rapora TAJÊ de xebatên ku di van 3 salan de hatiye meşandin û asta rêxistina jina Ezidî hate des girtin. Piştî raporê jinan xebatên xwe nirxandin û ji bo pêşeroje xebatan bi çi awayî were kirin nirxandin hatin kirin.

Herî dawî hilbijartina meclîsa TAJÊ pêk hat. Meclîsa nû ya TAJÊ ji 31 kesî pêk tê. Berdevka TAJÊ wê piştre were diyarkirin. Ala TAJÊ hate guhertin ala nû li ser zemîna spî, ber rojê ve hat daliqandin. Hat diyarkirin ku piştre wê encamnameya kongreyê were dayîn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27