Arşîv

Hediye Yusif: Tirkmen li Efrînê bicihkirin, tê wateya qutkirina wê ji Sûriyê

Endama koordinasyona Kongreya Star a Efrînê, Hediya Yusif got: “Ev salek û nîve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Efrîn dagir kirine. Di nava vê demê de hertiştê li Efrînê hat wêrankirin û rûxandin.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an kantona Efrînê dagirkirin, bi hezaran şêniyên wê dan koçberkirin. Ji bo ku taybetmendiya Efrînê û demografiya wê biguherin, li şûna şêniyên resen malbatên çeteyên xwe bicih kirin.

‘Bicihkirina Tirkmenên bi Tirkiyê ve girêdayî tê wateya qutkirina Efrînê ji Sûriyê’

Hediye girêdayî li Efrînê bicihkirina Tirkmenên girêdayî Tirkiyê wiha got: “Tirkiye ji bo guhertina demografiya Efrînê hertiştî dike. Şêniyên wê resen dide koçberkirin. Dewleta Tirk, çeteyên ku ji derve hatine, serçeteyên DAIŞ’ê li gund û navçeyê Efrînê bicih dike. Heman demê de malbatên Tirkmenên girêdayî xwe li Efrînê bicih dike. Tirkmenên ku bicihbûna Efrînê red dikin, ji aliyê dewleta Tirk ve xayîn tên binavkirin.”

‘Asta çewisandinên li ser şêniyên resen bilind kirine’

Di van demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê asta binpêkirinan li ser şêniyên Efrînê bilind kirin û wiha axivî: “Asta revandinê bilind bûye. Kesên temenmezin, jin û meran direvînin. Kesên tên revandin jî rastî îşkence û kuştinê tên. Hertim şêniyan dişopînin. Çeteyên dagirkeriyê bi ser malên şêniyan de digirin, telefonên wan desteser dikin û hertim malan kontrol dikin.”

‘Tirkiye dixwaze Efrînê ji şêniyên wê yên resen vala bike’

Hediye, li ser valakirina şêniyên resen li Efrînê û li şûna wan bicihkirina Tirkmenan wiha got: “Tirkiye dixwaze bi van hewldanan Efrînê tevlî axa Tirkiyê bike. Ev nêzî salek û nîvêye ku Tirkiye gundên Şêrawa û kantona Efrînê topbaran dike. Armanc valakirina herêmê ye. Ev jî ji bo ku wan gundan veguherîne herêmên leşkeri. Ji bo hewl dide Efrînê bi awayek fermî ji Sûriyê qût bike. Ji bo şikandina vîna şêniyên Efrînê yên ku neçar man warên xwe berdin û li Şehbayê bi cih bûn û ji bo ku lêkirina dîwarê parçekirinê bidomîne, herêmê topbaran dike.”

Dualiya pîvanên Rejîmê

Hediye Yusif dualiya pîvanên rejîma Sûriyê rexne kir û wiha domand: “Di dema ku rejîma Sûriyê avakirina herêma “ewle” şermezar dike, behsa lêkirina dîwarê parçekirinê ya ku Tirkiyê di navbera kantona Efrînê û kantona Şehbeyê de ava dike nake. Berxwedana şêniyên Efrînê bi berdewamkirin dagirkeriyê re dê bidome..”

Hediye behsa tevliheviyên hundirîn ên AKP’ê kir û wiha axivî: “AKP di krîz û tevliheviyek mezin re derbas dibe. Gelek kes ji AKP’ê îstifa dikin. Heman demê de li Tirkiyê aloziya aborî heye.”

Back to top button