Arşîv

‘Lehengên çîrokên min jin in’

QAMIŞLO – Endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojava 6’emîn Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî pêk anîn. Nivîskara Kurd Narîn Metînî bi çîroka bi navê ‘Şarê Mîdya’ tevlî mîhrîcanê bû. Narînê got: “Pêwist e em dîroka xwe binivîsînin. Em bi nivîsandinê li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Bi pêşengtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojva 6’emîn Mîhrîcana Kurteçîrokên Kurdî li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişloyê 4 rojan dom kir. Bi beşdarbûna 17 çîrokên kurdî, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan mîhrîcan hat lidarxistin. Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd Narîn Metînî bi çîroka bi navê ‘Şarê Mîdya’ tevlî mîhrîcanê bû. Narîn da zanîn ku ger jin ne azad be wê civak jî her dem bindest be û wiha got: “Jin sembola aştî û azadiyê ye. D”

‘Hêstên min di warê nivîsandina çîrokan de kûr e’

Narînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serpêhatiya nivîsandina kurteçîroka xwe û wiha got: “Min dema dest bi çîroka xwe kir min hîs kir ku hêstê min kûr e û ez dikarim fikrên xwe binivîsînim. Min di destpêkê de nivîsên wek gotar, helbest û şanoyan pêşkêş dikir. Piştî dem bihurî min cihê xwe di şêvbihurkên rewşenbirî û nivîsandina helbestan de girt.”

‘Çîrokên veşartî û balkêş divê werin nivîsandin’

Narînê diyar kir ku ji bo em bikaribin dîroka xwe binivîsînin, divê ku em di destpêkê de çîroka gelê xwe bizanibin û wiha domand: “Bi mîlyonan çîrok di nav civaka me de hene, ya herî girîng mirov ya veşartî û balkeş binivîsîne. Ji bo em dîroka xwe binivîsînin, divê ku em di destpêkê de çîroka gelê xwe bizanibin. Bi hezaran çîrokên kurdan heye, bê ku kes binivîsînin jiyana xwe ji dest dane. Em niha wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojava xwesteka me ew e ku keç û xortên me yên ciwan çanda kurdan binivîsînin û her dem zindî bihêlin. Niha jî ne dereng e herkes dikare çanda xwe, dîroka xwe binivîsîne.

‘Gelek çîrokên lehengiyê yên jinan hene ku bên nivîsandin’

Narînê destnîşan kir ku pêwist e ew wêrektiya jinên kurd binivîsînin û wiha pê de çû: “Pêwist e em di destpêkê de çîrokên jinan binivîsînin. Bi hezaran çîrokên jinên ku rastî zilmê hatine hene, da ku ew zilm û zordariya ku dayikên me yê berê ji desthilatdariyê dîtine, ji jin û keçên me yên niha re bibe waneyek û di wê şaştiyê re derbas nebin û binivîsînin. Ji ber jinên kurd têkoşer û wêrek in, teslîmkariyê qebûl nakin. Di vê ev wêrektî û têkoşîna jinan bên nivîsandin. Gelek çîrokên lehengiyê yên jinan hene ku bên nivîsandin.”

‘Hêza jina Kurd li cîhanê deng veda’

Narînê di dewama axaftina xwe de berxwedana jinên kurd nirxand û wiha domand: “Em li hemû cîhanê weke gelek bindest dihatin xuyakirin, lê bi yekîtiya kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew nêzikatî şikest, ji ber şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye û wiha jî ser ket. Îro bi pêşengtiya YPJ’ê hêza jina kurd û berxwedana wan derket holê. Îro hêza jina kurd li hemû cîhanê deng veda.”

‘Lehengên çîrokên min jin in’

Narînê destnîşan kir ku hemû çîroka wê li ser berxwedan û têkoşîna jinan e û wiha dom kir: “Piraniya çîrokên ku ez dinivîsînim li ser astengiya ku kurd jê derbasbûne û berxwedan û têkoşîna jina kurd e. Çîroka min a bi navê ‘Şarê Mîdya’ naveroka wê jin wek xwedavend, canfeda û sembola evîn aştî û azadiyê ye. Lehengên çîrokên min jin in. Bi rastî bê jin jiyan nabe.”

‘Jin dikare welatekî aştiyane û azad biafirîne’

Narînê herî dawî hêviyên xwe anî ziman û wiha got: “Çawa jin li xwe mêze dike, civak jî wiha mêze dike, ger jin li xwe azad mêzeke civak jî wê azad bimîne. Divê jin xwe ji civakê û hemû cîhanê re bide nîşandan ku wê ew bikaribe welatek aştiyane û azad biafirîne. Jin nebe civak jî tune ye.”

Back to top button