Arşîv

Li Helebê pêşengeha ‘Kêliyê Berxwedanê’ hat lidarxistin

HELEB – Bi pêşengtiya Xwendekarên Kantona Şehbayê li bajarê Helebê pêşengehek wêneyan a bi navê ‘Kêliyên Berxwenê’ hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Xwendekarên Kantona Şehbayê pêşengeha wêneyan bi dirûşma “Bi rihê Zîlan, Egîdan û hunera azad em ê riyê rizgarkirina Efrînê xêz bikin” li navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hat lidarxistin. Di pêşengehê de nêzî 300 tablo hatin pêşkêşkirin. Bi dehan endamên Çand û Huner, Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Hêza Parastina Cewherî tevlî pêşgengehê bûn. Piranî tablo bi destên zarokên Efînê hatine xêzkirin hatin, pêşkêşkirin. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê xwendekarên Kantona Şehbayê Hêva Haşîm axivî.

Hêva bal kişand ser armanca pêşengeha wêneyan û wiha domand: “Me xwest bi riya van tabloyan ku bi destê zarokên Efrînê hatine xêzkirin, em ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Zarokên me bi pênûs û lênûsa xwe, êş û xwesteka xwe pêşkêş dikin. Dema mirov tabloyan mêze dike hest, êş û daxwazên wan zarokan di nêz de dibîne.”

Piştî axaftinan sinevîzyonek li ser berxwedana Gelê Kurd hate pêşkêşkirin. Her wiha mêvanên ku tevlî pêşengehê bûn li tabloyan mêze kirin.

Back to top button