Arşîv

Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin

Piştî ragihandina damezirandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Hezîrana 2019’an de, meclisê dest bi rêzecivînên berfireh ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li bajar û navçeyên Bakurê Sûriyê kir da ku hevpeymana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide nasandin.

Di civîna ku li Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate lidarxistin de, bi dehan ji jinên navçe û gundewaran amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa hevpeymana Meclisa Jinan ji beşdaran re xwend.

Taz Başa wiha got: “Meclisa Jinan sîwaneke siyasî, mafparêzî, civakî û çandî ye, tê de rêxistinên jinan û rêxistinên partiyan, nûnerên meclisan û rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî dozên jinan û kesayetên jin ên serbixwe û jinên ciwan cihê xwe digirin.”

Paşê Taz Başa behsa rêgezên meclisê, armancên meclisê, binesaziya meclisê, erk û şertên endamtiya meclisê, her wiha şertên vekişandinê û sîstema aboriyê kir.

Taz Başa wiha domand: “Jinên Sûriyê du qat rastî zilm û tundiyê hatin, di destpêkê de ji ber ku ew jin in, di civakeke ku kevneşopî û kiryarên li dijî jinan hene, a din ji ber ku jin di hemû qadan de hatine paşguhkirin, ji mafên xwe yên civakî, siyasî û zagonî mehrûm in, lê tevî kiryarên rejîma Baasê jinan têkoşîneke dîrokî meşand.”

Civîn bi vekirina deriyê diyalog û nîqaşan di navbera beşdaran de der barê bendên hevpeymana Meclisa Jinên Sûriyê û çawaniya beşdarbûna meclisê bi dawî bû.

Back to top button