Arşîv

‘Pêwîst e pêşî li zewaca zarokan û pirzewaciyê were girtin’

EYN ÎSA – Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Jinê ya Eyn Îsa, Cîhan Xidiro derbarê xebatên salekê yên desteya jinê de nirxandin kir û got: “Armanca me em yekîtiya tevahî jinên Sûriyeyê ava bikin û nasnameya bingehîn a jinan destnîşan bikin.”

Desteya Rêveber a Meclîsa Jinê ya Eyn Îsa, di nava van salên şoreşê de nasnameya jinê di nava civakê de bi awayekî qanûnî nîşan da. Piştî paqijkirina herêmê ya ji terorê, kampanyaya hişmendiya guherîn û veguherînê li ser esasê ji nû de rêxistinkirina fikirên jinên civakê da destpêkirin. Di encama têkoşîna jinan a di hemû qadên civakê de, jinan di qadên siyasî, aborî, çandî û leşkerî de cih girtin û bûn pêşeng. Têkildarî mijarê Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Jinê ya Eyn Îsa, Cîhan Xidiro derbarê xebatên salekê yên desteyê nirxandin kir.

‘Di nava rêxistinbûyîna civakê de jin xwedî roleke sereke ne’

Cîhanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de û wiha got: “Bi awayekî rêk û pêk em xebatên desteya jinê didin meşandin. Wek nimûne em bi komîte û desteyên jinê yên herêma Firat, Cizîr, Kantona Şehba, Tepqa, Reqqa, Dêre Zor û Minbicê re her mehê carekê tên gel hev û rewşa jinê di aliyê siyasî, civakî û sosyolojîk de dirnirxînin. Em hewil didin ku di nava civakê de wekheviyê di navbera herdû zayendan de bidin avakirin. Ji bo me ya girîng ew e ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jinan berxwedan û têkoşîneke bêhempa dan meşandin û heta roja me ya îro jî berdewam e. Di dema şer de jin, ji her neteweyî di nava şer de ciyê xwe girtin û heta dawiyê li ber xwe dan. Piştî ku çete di aliyê leşkerî de têk çûn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin, me pêwîstî dît ku em weke jin xwedî li ked û têkoşîna xwe derkevin. Jin di nava rêxistinkirina civakê de bûye xwedî rola sereke.”

‘Armanca me avakirina civaka bi ehlaq û polîtîk e’

Cîhanê di dewama axaftina xwe de behsa zagonên jinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca bingehîn a desteyê amadekariyek ji bo yekîtiya zagonên jinê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gelek mêr hene ku hewl didin van zagonan ji holê rabikin û wan napejirînin, lê em hewl didin ku wan zagonan di civakê de saz bikin û me dest bi kampanyayên hişyariya gel kiriye. Li herêmên ku ji hişmendiya DAIŞ’ê rizgar bûne, hewceye ku em têkoşîneke mezin bidin, ji bo ku em bikaribin civakek azad, polîtîk, bi ehlaq û wekhev bidin avakirin. Armanca desteyê ew e ku bikaribe li gorî xweseriya her herêmê zagonan bide avakirin. Da ku bikaribe li gorî ehlaqên civaka demokoratîk wekheviyê di nava zayend û civakê de bide avakirin.”

‘Jin ji cewherê wê hatibû dûrxistin’

Cîhanê destnîşan kir ku di dema desthilatdariya rêjimê de, hebûna jinan û bi taybet ya jina ereb hatibû tunekirin û wiha dewam kir: “Sîstemên ku bi zîhiniyeta mêrê serdest hatine avakirin bûne sedem ku civak ji hev were perçekirin û jin ji cewherê xwe dûr bikeve. Di dema rejîma BAAS’ê de jî û piştî têkçûna wê û bi hatina Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ’ê re ev desthiladariya li ser jinê zêdetir bû. Di dema desthiladariya rejîmê de, hebûna jinan û bi taybet ya jina Ereb di nava civakê de hatibû tunekirin. Lê bi pêşketina şoreşê re jin bûn xwedî hêz. Îro jî em di kesayeta jinên Ereb de dibînin ku projeya netewa demokratîk pêk tê û jin di nava neteweyên cîhanê de dibin xwedî maf û dikarin beşdarî nava biryarên şer, aştî û siyasetê bibin.”

‘Pêwîst e pêşî li zewaca zarokan û pirzewacê were girtin’

Cîhanê bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de ku divê rê li pêşiya wê were girtin û wiha pê de çû: “Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek kar û xebatên me hene, komîte û sazî dest bi kampanyayên hişmendiyê dikin. Îmze li herêmên Reqqa, Tebqa û Dêra Zorê, ji bo pêşîgirtina li zewaca zarokan û pirzewaca ku li van herêman pêş ketiye, tên komkirin û xebat tên meşandin. Deste hewl dide ku dengê jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike yek da ku armancên hemû jinan yek bin, hevpar bin û nasnameya bingehîn a jinan destnîşan bikin.”

‘Em dixwazin jin her dem pêş bikeve’

Cîhanê behsa xebatên îsal kir û wiha got: “Di nava vê salê de me gelek xebatên ber bi çav jî dane meşandin. Wek nimûne me bi komên civakê re, kesên bi bandor di nava netewan de û rêxistinên jinan re guftugo dane meşandin û li ser civaknasiya civakan lêkolîn dane meşandin. Jinên di kampan de dijîn em hewil didin ku wan vegerînin ser warên wan û gelek bernameyên me ji bo wan hene. Em dixwazin jin her dem pêş bikeve.”

Back to top button