Arşîv

Asya Abdullah bang li eşîrên kurdan kir: Yekîtiya xwe ava bikin

Îro di saetên sibê de Komxebata Eşîrên Kurdî, li bajarê Dêrikê destpê kir. Komxebat bi axaftinan didome. Di komxebatê de Endama Koordînsayona Giştî ya Kongreya Star Asya Abdullah axivî û banga parastina destkefiyên Şoreşa Rojava û girtina helwestên diyar li beramberî gefên dewleta Tirk, kir.

Asya Abdullah di axaftina xwe îşaret bi lehengiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku çeteyên DAIŞ`ê têk birin, her wiha behsa lehengiya jinan di hemû aliyan de bi taybet aliyê leşkerî û siyasî de kir.

Asya wiha dewam kir: “Heta niha berxwedana li dijî gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim gefên dewleta Tirk dewam dikin. Tiştên li Efrînê dibin jî berxwedaneke lehengî ye.”

Asya Abdullah bang li eşîre û qebîleyên kurdî kir ku li hemberî gefên li ser herêmê yekrêziya xwe çêbikin û wiha dewam kir: “Divê hemû eşîr û qebîleyên kurdî, rûsipiyên eşîran, partiyên siyasî yên kurdî yên hazir bi awayekî domdar kar bikin ji bo parastina herêmê li dijî gefên ku têne kirin û yekitiya xwe ava bikin ji bo rizgarkirina Efrînê ya kurdî. Lewra divê mijara rizgarkirina Efrînê yekemîn encamên vê komxebatê bin û dagirkeriya Tirk bidawî bibe. Her wiha li dijî tiştên ku rastî gelê Kurd tên, divê helwestekî cidî nîşan bidin, ji ber ku ev helwest wê van gefan bisekînin.”

Asya Abdullah îşaret bi giringiya parastina destkefiyên ku gelê Kurd li Rojava bi destxistine kir û wiha dewam kir: “Destkefiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatin bidestxistin encamên fedekariyên mezin ên ku gelê Kurd dane, lewra divê em van destkeftiyan biparêzin, heta ku bighêjini çareseriya doza kurdî û çareseriya aloziya Sûriyê. Di heman demê de, tecrûbeya Rojava bibe tecrûbeya çareserkirina vê aloziyê.

Back to top button