Arşîv

Evîn Siwêd:Bi plana herêma ewle dixwazin gelê kurd bê statu bihêlin

Berdevaka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê lihevkirinên ji bo parastina sînor a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, nirxandin kir. Evînê bal kişand ser têkoşîna jinan a ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta roja îro û got: “Dewleta tirk her hewl dide ku destkeftiyên gelê kurd bi planên cuda bê tunekirin. Bi mijara herêma ewle jî tê armanckirin ku gelê kurd bê statu bê hiştin. Bi vê yekê êrîş li dijî jinan tê kirin. Ji bo parastina axa xwe jin her amade ne.”

Êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojava didomin. Her wiha mijara herêma ewle jî hîn di rojevê de ye. Berdevaka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê lihevkirinên ji bo parastina sînor a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, nirxandin kir. Evînê bi lêv kir ku di bin çarçoveya destgirtina gelê kurd de ew ê hemû planên qirêj ên li dijî her çar parçeyên kurdan, têk biçe û wiha got:”Êrîş û dijminatiya li dijî gelê kurd her dem bi planên cuda zindî tê hiştin. Yek ji van planan mijara herêma ewle ya dewleta tirk e. Di biryardayina vê mijarê de em nikarin nêtek baş bibînin. Li dijî vê nêta ne baş divê em gavên zexm û xurt biavêjin.”

‘Loma li dijî van planên dagirkeriyê divê kurd her hişyar bin’

Evînê destnîşan kir ku destkeftiyên gelê kurd ên bi salan her hedef tên girtin û wiha dewam kir: “Ev 8 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karekî leşkerî, siyasî, civakî, diplomasî tê meşandin. Dewleta tirk a dagirker hemû hewldanên xwe dike ku van destkeftiyan têk bibe. Ji şerên destpêkê heta niha her dem dewleta tirk nirx û destkeftiyên gelê kurd hedef girtiye. Dewleta tirk her dem gefan li gelê kurd dide xwarin. Herî dawî jî berî demekê bi rengekî cidî hewldanên dagirkeriya herêmê çêbû. Çawa ku Efrîn dagir kirin dixwestin herêmên din Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dagir bikin. Loma li dijî van planên dagirkeriyê divê kurd her hişyar bin.”

‘Ji bo aştî û aramiya herêmê QSD hevdîtinan dike’

Evînê da zanîn ku QSD her hewldanên aştiyê dike û got: “Li hemberî van gef û êrîşan hêzên me yên leşkerî QSD ji bo têkbirina van êrîşan û rawestandina wan hevdîtin çêbûn. Ji bo ku ev herêm were parastin û bi aştî bijî, şer û komkujî li ser gel pêk neyên, ku ev civak carek din neperçiqe û destkeftiyên wê bimînin. Armanca QSD’ê ji hevdîtinan ev bû. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aşîtiyê, wekheviyê, edaletê kar dikin. Her û her ev gel dixwaze xwe ji êrîşan biparêzê da ku Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê cihekî ewle bimîne. Herêma bi ewle yan jî makanîzmeya parastina sînor wek ku tê bi nav kirin wek tê dîtin gavên destpêkê hatin destpêkirin. Lê belê hîn jî gefên dewleta tirk didome. Hemû hewldanên gelê vê herêmê ji bo birêvebirin û xweparastinê ye, lê dîsa dewleta tirk bi riyên cuda û şerê taybet nahêle hemû gel di nava aramiyê de bijîn.”

‘Jin pêşengtiya berxwedanê dikin û hewlesta xwe nîşan didin’

Evînê anî ziman ku rola jinê di pêşengtiya vê berxwedanê de sereke ye û wiha domand: “Wek jin rola me di van hevdîtinan de çi ye? Kongreya Star tevgereke civakî, siyasî ye. Lê hebûna me di hemû hevdîtin û karê li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê de him piştgirî ye, him jî li dijî dagirkeriyê nîşandan helwestê ye. Ji rojên destpêkê yên gefan bi deh hezaran jin daketin qadan ji bo bêjin ger êrîşek li ser xaka me were em ê parastina xwe bikin û têkoşîn bikin û parastina civak û destkeftiyên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bikin. Heger lihevkirinek çêbû, yan jî aşîtiyek mayînde her dem di nava têkoşînê de bin.”

‘Bi îradeya xwe ya leşkerî û hêza xwe ya cewherî bawer in’

Evînê herî dawî wiha got: “Îradeya me ya leşkerî QSD di hevdîtinên xwe de çi bike, wê jin ji bo wê piştgiriyê bidin. Îradeya me ya leşkerî nûnertiya me dike, ji bo têkbirina hemû rengên terorê, êrîş û gefên tên ser vê xakê. Bi hezaran şehîd hatine dayîn di oxira parastina vê xakê de. Jin jî bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin hêza xwe ya leşkerî û li dijî êrîşan jî ew ê her li ser piyan bin. Wê jin hemû destkeftiyên şoreşa jinê bi hêza xwe ya cewherî heta dawiyê, biparêzin.”

Back to top button