Arşîv

Zarokên beşdarî mîhrîcanê bibûn hatin xelatkirin

5‘emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a herêma Cizîrê bi diruşma “Zarok simbilên jiyanê ne” hatibû lidarxistin. Ji herêma Serêkaniyê 48 zarok bi stran, dîlan, şano û mûzîk tevlî mîhrîcanê bibûn. Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya Serêkaniyê ji bo mîhrîcanê 3 meh bê navber bi zarokan mijul bibûn û ew perwerde kirin.

Îro bi armanca belavkirina xelatan ahengeke li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî hate lidarxistin.

Bi sedan zarok û malbatên wan, bi dehan endamên navend û saziyên sivîl ên li bajêr beşdarî ahengê bûn.

Koma Şehîd Şînda stranên zarokan, Dibistana Waşûkanî ya Mûzîkeke, koma Şehîd Darsî ya govend, koma Şehîd Yekta ya şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî xelat da zarokên tevlî mîhrîcanê bibûn.

Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Sumeya Mihemed wiha got: “Em 3 mehan bi perwerdekirina zarokan ve mijul bibûn da ku beşdarî mîhrîcana 5‘emîn bibin. ji Hesekê, navçeya Til Temir, Zergan, Dirbêsiyê, Amûdê, gundê Girbawî yê Qamişlo û gudnê Qilan ê girêdayî navçeya Zerganê 23 komên cûda ji û mûzîk, govend, şano û stran beşdarî mîhrîcanê bibûn.”

Sumeya Mihemed tekez kir ku armanc ji lidarxistina vê mîhrîcanê, teşwîqkirina zarokan û pêşxistina behreya wan e.

Back to top button